Li Derya Spî nêzî 9 hezar penaber xeniqîn, nîvê wan zarok in

Di ser mirina Alan Kurdî re du sal derbas bûn. Neteweyên Yekbûyî ragihand, di nava vê demê de 8 hezar û 500 penaber, dema hewl didan ji Derya Spî derbas bibin xeniqîne.

Alan Kurdî, sala 2015'an dema bi malbata xwe re bi botekê ji Bodrûmê berê xwe dabû Yewnanîstanê, jiyana xwe ji dest dabû. Ji hingî ve, bi sedan zarok tevî malbatên xwe li ser rêya Ewropayê, li Derya Spî xeniqîn. Komîseriya bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand, ji hingî ve 8 hezar û 500 penaberên hewl didan xwe bigihînin Ewropayê jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hat gotin, di sala 2016'an de 22 mîlyn mirov ji ber şer û zilmê neçar man welatên xwe bitirikînin û nîvê van mirovan jî zarok in.

Di dewama daxuyaniya UNHCR de hat gotin, "Ji mirina Alan û vir ve, tevî ku hejmara mirovên berê xwe dane Ewropayê kêm bûye jî, mirov hê jî li ser rêya Ewropayê jiyana xwe ji dst didin." UNHCR destnîşan kir, ku ji bo jin û zarokên penaber jiyana xwe ji dest nedin, divê çareseriyek bê peydakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Di mijara zarokên penaber de pêwîste em bi lezgînî çareseriyekê bibînin. Eger mirov li cihê lê dijîn bê hêvî bimînin, tevî rîska li ser jiyana xwe jî wê koç bikin. Divê lîderên siyasî li hev bicivin û alternatîfên hê bi ewle pêşkêş bikin. Ji bo dawî li vê pirsgirêkê were anîn, divê şer bê qedandin û li welatên mirov jê direfin, firsendên rasteqîn bên afirandin."