Faşîstên Erdogan Quran parçe parçe kirin!

Netewperestên Tirk, şeva cejna qurbanê ketin Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî ya li bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê û di vê êrîşa xwe de bi taybetî gelek Quranê li mizgeftê parçe parçe kirin.

Êvara 1'ê Îlonê, faşîstên ku ji aliyê desthilatdariya Erdogan ve hatin birêxistinkirin, êrîşî mizgefta Kurdan a li bajarê Pfozheîm ê Elmanyayê kirin. Tevî ku 4 roj di ser êrîşê re derbas bûne jî, polîsan hê şopa kesên ketin mizgeftê û zerar dan, nedîtine.

Faşîstên dijminê Kurdan, di dema êrîşê de bi taybetî Quran parçe parçe kirin. Gelek Quranên li pirtûkxaneya mizgeftê, bi taybetî bûn hedefa êrîşa faşîstan û hemû hatine çirandin.

TI RÊVEBERAN SERDANA MIZGEFTÊ NEKIRIN

Ji civata mizgeftê Abdullah Mûtlû li ser êrîşê agahî da û anî ziman, ku mizgefta wan ji ala 1997'an û vir ve xizmeta dînî dide û got, "Êrîşeke bi vî rengî cara yekê ye tê kirin."

Rêveberên mizgeftê jî diya rkirin, mizgeft xizmeta dînî dide Kurdên li bajêr û gotin, tevî ku çar roj di ser êrîşê re derbas bûne, ti rêveberên şaredariyê yan jî bajêr nehatine serdana wan.

Li Pforzheîmê ku li eyaleta Baden-Wurttembergê ye û bi qasî 45 kîlometreyan dûrî bajarê Stûttgartê ye, gelek Kurdistanî lê dijîn. Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî û Komeleya Kurdan li heman avahiyê ne.