Rêziknameya KODAR'ê bû pirtûk

Rêziknameya KODAR'ê, ku di civîna duyemîn de hate amadekirin, bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî û bi zimanê Farsî bû pirtûk.

Rêziknameya Komalgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), ku di civîna duyemîn de hate amadekirin bû pirtûk. KODAR'ê, belgeya xwe ya ji 128 rûpelan, ku weke hevpeymana civakî amade kir, bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên Kurdî û zimanê Farisî kir pirtûk.

Di pirtûkê de, ku ji destpêk û 9 beşan pêk tê, qala vegotin û esasên têkoşînê tê kirin. Di pirtûkê de, sîstema KODAR'ê bi 29 xalan tê destnîşankirin. Li ser armancên KODAR'ê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, weke bernameyeke berfireh hatiye amadekirin.

Kongreya duyemîn a KODAR'ê, di 22, 23, 24'ê Cotmeha 2016'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû lidarxistin.