Encamnameya civîna HDK-E’yê

Di encamnameya civîna HDK-E’yê de bang hate kirin ku têkoşîna dijî faşîzmê were geşkirin û yekîtî were avakirin.

Di encamnameyê de hate gotin bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan hem ji bo azadiya gelê Kurd û hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyê girîng e. Hate gotin geşkirina hevgirtina bi HDP’yiyên girtî re girîng e.

Kongreya Demokratîk a Gelan- Ewropa (HDK-E) encamnameya civîna xwe ya çaran a ku 2’yê Îlonê ya li bajarê Den Haag (Lahey) ê Hollandayê Laheyê pêk hatî eşkere kir.

'LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DIVÊ MUXALEFETA BERFIREH WERE RÊXISTIN'

Di encamnameyê de hate gotin divê 'hevgirtina bi Nûriye û Semîh re were geşkirin' û bi domdarî hate gotin hemû gel, çand, nasname divê vîna jiyana bi he re a wekhev, azad û dekmokratîk geş bikin.

HDK-E’yê got li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê muxalefeta civakî ya herî berfireh, eniya hevpar were rêxistin û têkoşîn were geşkirin.

'AZADIYA OCALAN WÊ HER KESÎ RIZGAR BIKE'

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku rabûna tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadbûna Wî û başbûna tendirûstiya Wî hem ji bo statûya Kurdan û hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e.

Di encamnameyê de ragihandin, li dijî girtina wekîlên HDP’ê û li dijî girtinên partî û rêxistinên şoreşger divê bihistyarî were geşkirin û li dijî êrîşên Tirkiyê yên bi rêya Înterpolê yên bi ser Kurdên Ewropa û sosyalîstan jî divê helwest çêbibe.

Di encamnameyê de hate gotin biryardarî hatiye nîşandan ku xebatên avakirina meclîsa jinan a resen û xweser wê bidome, Saray Guven a ku li Frankfûrtê hatî revandin û kuştin hate bibîranîn, bang hate kirin ku li dijî tundiya mêran têkoşîn were geşkirin.

Biryar hate standin ku li dijî hilweşandina Sûrê, Heskîfê ya ji hêla AKP’ê ya faşîst ve li asta Neteweyên Yekbûyî xebat werin kirin."