Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Ewropayê hatin bîranîn
Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, li gelek bajarên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, li gelek bajarên Ewropayê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo Fermandarê Yekîtiya Gerîla ya MLKP/FESK Huseyîn Akçîçek (Alîşer Denîz) û gerîlayê PKK'ê Ogûz Aksû, ku li navçeya Nûrheq a Mereşê di şer de jiyana xwe ji dest dan, Komeleya Çanda Karkerên Koçber li Parîsê (ACTÎT) merasîmeke bîranînê organîze kir.
Merasîmê, di şexsê Alîşer Denîz û Ogûz Aksû de, ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadî û sosyalîzmê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di destpêkê de nûnerê OTSP'ê axivî û got, "Wezîfeya me ye ku em xwedî li vê doza şoreşger derkevin û mezin bikin."
Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî got, "Ji bo şehîdan em çi bêjin, kêm e. Wan bi dilê xwe yê pîr û pak, bêyî li benda tiştekî bimînin, ji bo azadiyê bi canbexşane şer kirin." Nûner got, ew ê xwedî li doza şehîdan derkevin.
Nûnerê ODAK'ê jî got, "Li Tirkiyeyê şer heye, lê berxwedêr jî hene. Di nava civakê de nerazîbûneke mezin heye û divê em vê nerazîbûnê bikin yek. Ya em ê teslîm bibin ya jî li ber xwe bidin! Em ê mîna Huseyînan li ber xwe bidin."
Bîranîn bi xwendina helbestan û nîşandana sînevîzyonê qediya.
HAMBÛRG
Alî Çîçek, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ku demeke dirêj lê xebitî hate bîranîn. Bi navê NCDK'ê Îmam Comert axivî û anî ziman, ku Alî Çîçek şoreşgerekî dil nizm û bi pîvan bû, ku tawîz nedida.
Piştre belavoka Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad hate xwendin û bal hate kişandin ser dilsoziya Çîçek a bi Kurdistanê re.
Di merasîmê de şervanê YPG'ê Kînan Mehmûd jî hate bîranîn, ku hefteya bihurî di pêngava Reqayê de şehîd bûbû.
Ji bo Alî Çîçek wê roja Çarşemê li Hannoverê merasîma bîranînê bê lidarxistin.
BONN
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Egîd Mostafa (Avareş Zap), Adel Irakî, Berxwedan Erûr û Ronî Şedadî, ku roja 23'ê Tebaxê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, hatin bîranîn.
Bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin û malbata Egîd Zap jî tevlî bû. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan axivî.
Nûner destnîşan kir, ku şehadet çiqasî ji bo wan giran jî be, ji ber ku Kurd ji nava rewşeke şermê xistin nava rastiyeke bi rûmet, ew pê serbilind in.
Apê Şehîd Avareş Zap Halîl Efrîn jî anî ziman, ku şehîd ne tenê şehîdê wan e, şehîdê hemû Kurdistanê ye û ew pê serbilind in. Ap Efrîn got, ew ê bi bicihanîna daxwazên wan, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan bidin.
Merasîma bîranînê piştî axaftina Nûnerê PYD'ê yê Bonê û Hevserokê Meclîsa Gel a Bonnê qediya.
Serdanên sersaxiyê wê di rojên pêş de jî NCDK Bonnê dewam bikin.
WÛPPERTAL
Gerîlayên HPG'ê Vedat Yilmaz (Bager Felek Kop) û Îzzet Yalçin (Bawer Rûbar) ku di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûn, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê hatin bîranîn. Xizmên şehîdan li vê derê pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir.
Tevî xizmên Vedat Yilmaz û Îzzet Yalçin, gelek Kurdistanî tevlî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bûn.
Bi navê malbatan Mahmût Yalçin axivî û got, "Şehîdên me rûmeta gelê Kurd e. Ew şehîdên leheng ên Kurdistanê ne." Yalçin destnîşan kir ku ew ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin.
Dûre meleyê Mizgefta Ehmedê Xanî Mele Abdullah û ji KOMAW'ê Ahmet Aktaş axivîn.
Merasîm bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.