Welatiyên birîndar birin qereqolê!

Malbatên welatiyên bi navê Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ên di êrîşa Heronan de birîndar bûn, diyar kirin ku zarokên wan di saetên şevê de birine qereqolê.

Li gundê Talê yê Colemêrgê di êrîşa Heronan de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû, Îsmaîl Aydin, Musa Tarhan û Îbrahîm Sak jî birîndar bûbûn û tedawiya wan hêj dewam dike. Li gorî agahiyên ku malbatan daye, Mûsa Tarhan û Îbrahîn Sak duh bişev birine qereqolê. Li gorî agahiyên malbatan Îbrahîm Sak bi kursiya bi tekerlek birine Midûriyeta Polîsan a Bajêr û ji duh bi şev li midûriyetê di bin çavan de ne. Parêzerên ku malbatan şandin qereqolê jî nehiştin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Hat gotin Îsmaîl Aydin hêj di beşa lezgîn de tê dermankirin.

‘BI BIRÎNDARÎ KEKÊ MIN BIRIN ÎFADEYÊ’

Birayê Îbrahîm Sak (55) Halîl Sak aşkera kir ku birayê wî welatiyekî sivîl û berî 3 salan ji maliyeyê teqewît bûye û wiha got: "6 zarokên wî hene. Her dem ji bo baxçeyê xwe diçû gund. Bi salan di saziya dewletê de xebitî. Bi birîndarî birine qereqolê TEM'ê." Kekê Mûsa Tarhan Fadil Tarhan jî got ku "Birayê min bavê 7 zarokan e" û ev tişt got: "Em hemû li bajar dimînin, lê bax û baxçeyên me li gund e. Cihê bûyer lê qewimî e, 8 kîlometre dûr e. Mûsa û Îbrahîm bi meşê derketine ser rê. Li vir maşîneyekê sîwar bûne û hatine Qereqola Depînê. Piştre ambulans hatiye vir û hatine nexweşxaneyê."

Tarhan da zanîn ku rewşa birayê wî xirab e û ev agahî da: "Dema Mûsa ji erebê peya dibû ji lingê wî xwîn gelekî dihat. Ji singa xwe jî birîndar bûbû. Lê ji ber ku cilê wî li ser bûn, em tam nizanin çiqas birîndar e. Lê bijîşkan got ku di laşê wî de parçeyên şarapnelan hene. Duh bi kursî birine qereqolê, me parêzer jî şand û nehiştin wan bibînin."

‘HÊJ MIN KURÊ XWE NEDÎTIYE’

Îsmaîl Aydin jî di teqînê de bi giranî birîndar bû û 10 emeliyat derbas kiriye, bavê Aydin Mehmet Aydin piştrast kir ku kurê wî di beşa lezgîn de ye û bertek nîşanê hovîtiya dewleta Tirk da. Bav Aydin nerazîbûn nîşanî çapemeniyê jî da û da zanîn ku kurê wî ne "Hevkar e" û helwesta çapemeniya Tirk jî lanet kir. Bav Aydin destnîşan kir ku ji ber birîna kurê wî xedar e, 3 caran xwîn danê û diyar kir ku milê wî yê rastê jî şikestiye.

‘CIHÊ SEYRANÊ YE’

Aydin anî ziman ku cihê bûyer lê qewimî ye, cihê seyranê ye û anî ziman ku berî 20 rojan li wir berxên xwe birî ne û wiha pê de çû: "Herêma Kanîreşê cihê seyranê ye. Her kes diçe wir seyranê. Qasî 200 metre dûrê kaniyê jî mal hene."