NY: 60 hezar Misilman ji Arakanê koçî Bangladeşê kirin

KPPN'ê got li herêma Arakanê ya Mynmarê 60 hezar Misilman ji ber êrîşên nîjadperest ên artêşê û nîjadperestan koçî Bangladeşê kirine.

Li herêma Arakanê ya Mynmarê êrîşên artêşê û nîjadperestan a bi ser gelê Misilman de didome. Berdevkê Komîseriya Payebilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KPPN) a Bangladeşê Vîvîan Tan got li herêma Arakanê ya Mynmarê vê heftiya dawî di encama êrîşên nîjadperest a artêşê û Budîstan de 60 hezar Misilman bi derqanûnî derbasî Bangladeşê bûne.

Her wiha hate gotin di encama êrîşan de nav hefteyekê 4 sed kez hatine kuştin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) 20 hezar kes li herêma sînor a Rohîngyayê asê mane, 15 kes ku ji van 11 jê zarok bûn û dixwestin bi deryayê biçine Bangladeşê xeniqîn û yên ku bi xeniqandinê mirin bûne 40 kes.