Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û bi awayekî kêfî li girtiyan cezayê dîsîplînê tê birîn. Girtiyan dema dibin dadgehê êşkence dikin û bi rengekî tazî lêgerînê dikin. Her wiha dema girtî tên sirgûnkirin jî di rîngan de êşkenceyê li wan tê kirin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê parêzer Hediye Saltan binpêkirina mafan a li girtîgehan nirxand û diyar kir ku ji ber pirsgirêk nayên çareserkirin roj bi roj zêde dibin. Saltan ragihand, ku der barê binpêkirina mafan a li girtîgehan de her roj li ÎHD'ê serlêdan tê kirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku çareserî nayê dîtin ev pirsgirêk her roj li girtîgehan xwe dubare dikin. Li gelek girtîgehan pêkanînên nû ketine meriyetê. Pergala kamerayê heye. Girtî dibêjin ji bo ku êrîşî qadên wan ên taybet bikin li hemû derê kamera hatine bicihkirin."
'DIXWAZIN BI DÎSÎPLÎNA LEŞKERÎ JIMARTINÊ BIKIN'
Hediye Saltan di dewama axaftina xwe de diyar kir ku tê xwestin bi disîplîna leşkerî jimartin bê kirin, dema ku girtî derdikevin hevdîtinê jî dîsa heman tişt tê kirin. Hediye Saltan anî ziman ku li qewîşan her roj di bin navê lêgerînê de êrîş tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li qewîşan dem bi dem lêgerîn tê kirin. Kengî dilê wan bixwaze tên li qewîşan lêgerînê dikin. Dema ku gardiyan lêgerînê dikin hemû alavên girtiyan telihev dikin û yên li qîma wan bê jî desteser dikin. Saetên hevdîtinê roj bi roj tên kêmkirin. Di gelek hevdîtinan de ji ber ku saet ji malbatan û girtiyan tên girtin nizanin ku heta kengî wê hevdîtina wan dewam bike û hevdîtin tê astengkirin."
LI BER ÇAVÊ DOZGER ÊŞKENCE HATE KIRIN!
Hediye Saltan diyar kir ku ew herî dawî bi girtiyên li girtîgeha Xarpêtê re axiviye, girtiyan nearzîbûn nîşanî kamerayên li qewîşan dane û ev tişt got: "Ji ber ku girtiyan ser kamerayên li qewîşan girtine der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin. Ji bo ku îfadeya wan bigirin jî dozger çûye girtîgehê. Girtî hatine kaşkirin û birine odeya bi sînger. Piştî ku demekê li wê hatine rawestandin, ji wê jî girtî bi lêdanê birine pêşberî dozger û li pêş çavê dozger girtî li girtiyan dane."
'SERLÊDAN TÊN ASTENGKIRIN'
Saltan destnîşan kir ku berî girtî li wezareta edaletê û li midûriyetê girtîgehê gilî bikin, tên sirgûnkirin û ev tişt got: "Li gelek girtîgehan nameyên ku ji bo serlêdanê ji me re tên nivîsandin nayên şandin û li kesên ku nameyên serlêdanê dinivîsin û dixwazin bişînin jî lêpirsîn tê vekirin."
'BI KINCÊN YEK RENG DIXWAZIN GIRTIYAN JI CIVAKÊ QUT BIKIN'
Hediye Saltan anî ziman, ku ji girtîgeha Dîlokê jî girtiyan xwestine bi rêya malbatên xwe derbarê kincên yek reng de serî li wan bidin, lê girtî ji aliyê gardiyanan ve hatine derb kirin û ji wan re wiha hatiye gotin: "Em ê bên kincên li ser we bigirin û hûn ê kincên yek reng li xwe bikin." Û gef li girtiyan hatiye xwarin.
Hediye Saltan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi kincên yek reng tê xwestin ku girtiyan bi temamî ji civakê cuda bikin.