Nûrettîn Bedîz li Swêdê jiyana xwe ji dest da

Nûrettîn Bedîz, ku demeke dirêj li komeleya Kurd a li Stockholmê bi rengekî çalak dixebitî û bi dilnizmî û fedakariya xwe dihate naskirin, ji ber krîza dil şeva Yekşemê jiyana xwe ji dest da.

Nûrettîn Bedîz ku Tirk e û sala 1942'an li Îzmîrê ji dayik bû, ji bo çend serdeman wezîfeya serokatiya Komeleya Kurd a li Stockholmê kiribû.

Bedîz ku berbazekî kevn bû, piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, ji ber ku bi sûcdariya 'endamê TKP ye' lê dihate gerîn, sala 1983'an hat Swêdê û daxwaza penaberiyê kir. Heta sala 1990'î cihê xwe di nava komeleya bi navê ÎSTÎB'ê de girt, ku ji aliyê demokrat û paşverûyên Tirkiyeyî ve hate avakirin. Bedîz, piştî ku ev komele hate girtin, bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re dest bi kar kir û di karê birêxistinkirina çalakiyan de bi roleke sereke rabû.

Siyasetmedarê Kurd Hasan Înce ji ANF'ê re axivî û got, "Nûrettîn sempatîzanê Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Bi karkerî, fedakariya xwe, ku cihê xwe di hemû çalakiyan de digirt, ji aliyê gelê Kurd ve dihate hezkirin. Hevalekî me yê dilnizm û hêja bû. Dilsozê Rêbertî û têkoşînê bû. Di civîn, xwepêşandan û çalakiyan de timî bi me re bû. Heta jiyana xwe ji dest da, cihê xwe di nava têkoşînê de girt."

Ji Komeleya Çand û Hunerê Sedat Ozguven jî diyar kir, ku ew bi Bedîz re heta sala 1990'î li nava ÎSTÎB'ê têkoşîna û got, "Bi awayekî çalak di nava têkoşînê de bû. Hevalekî me bû jiyana xwe diyarî têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê kiribû. Bila serê gelên Tirk û Kurd sax be."

Cenazeyê Bedîz, piştî otopsî û karên burokratîk wê ber bi Îzmîrê ve bê şandin.