Hûn jî pirtûkekê ji bo dîlên azadiyê bişînin

Weşanxaneya Aramê ji bo di warê pirtûkan de piştgiriyê bide dîlên azadiyê kampanya da destpêkirin. Fatma Arslan bang li gel kir ku tevlî kampanyayê bibe û got: "Divê kesên li derve bi rêya pirtûkan têkiliyê bi girtiyan re deynin."

Yek jî weşanxaneyên li Kurdistanê herî zêde bi zext û zordariyan re rû bi rû dimîne, Weşanxaneya Aramê ye. Weşanxwane ji bo piştgiriyê bide dîlên azadiyê kampanyaya şandina pirtûkan ji bo girtiyan da destpêkirin. Kampanyaya ku li Amedê weşanxane pêşengiya wê dike, niha li Stenbolê dewam dike. Xwendevanên diçin Pirtûkxaneya Aramê ya li Beyogluya Stenbolê, an bi pirtûkên ji malê anîne û an jî bi pirtûkên ku dikirin, piştgiriyê didin kampanyayê. Bi îlankirina Rewşa Awarte re, zext û faşîzma li girtîgehan gelekî zêde bûye. Ji bo pireyek di navbera girtî û kesên derve de bê avakirin, her kes dikare ji dîlên azadiyê re pirtûkan bişîne.

Xebatkara pirtûkxaneyê Fatma Arslan der barê girîngiya kampanyayê de axivî û eşkere kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin girtîgehan û ev tişt got: "Girtiyên ku rewşa wan a aboriyê ne baş e, ji bo piştgiriya pirtûkan bidin wan û têkiliyek bi wan re bê avakirin ev kampanya hat destpêkirin. Em dixwazin kesên ku tên Pirtûkxaneya Aramê, destpêkê li vir pirtûkekê bigirin û piştgiriyê bidin kampanyayê. Dîsa kesên li malê pirtûkan dixwînin, cihê ku pirtûkan di refan de bigirin, bila piştgiriyê bidin kampanyaya me. Me dest bi girtina pirtûkan kir. Gelek baş diçe. Kargoyeke me niha amade ye."

Arslan destnîşan kir ku mirov dikarin pirtûkên xwe jî bişînin û wiha pê de çû: "Ev pirtûkên ku em dişînin, em dekonteke şandinê ji postaxaneyê jî digirin. Bi vê rêyê em bi girtiyan re di têkiliya name şandinê jî de ne. Bi vê rêyê ji kîjan girtiyan re pirtûk çûne an jî neçûne, em hîn dibin."

Arslan diyar kir ku ji derveyê pirtûk û bêhnstandinê alternatîfeke girtiyan tine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê pirtûkên ji derve diçin dixwînin, divê em bi wan re di nav têkiliyê de bin." Arslan da zanîn ku wan li ser hesabê medyaya civakî jî pirtûk berhev kirine û bang li gel kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê.

Kesên bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê, dikarin serî li navnîşana Weşanxaneya Aramê ya Taxa Katîp Mustafa Çelebî, Kuçeya Çukurlu Çeşme 6/A, Beyoglu/Stenbolê bidin.