Li Tirkiye gelek welatiyên biyanî yên di nav de rojnamevan, parazvanên mafên mirovan jî hene girtî ne. Ji ber welatiyên biyanî li Tirkiye girtî ne, qeyrana dîplomasiyê ya di navbera Tirkiye û welatiyên biyanî de her diçe mezin dibe.
Piştî Hevserokê Partiya Keskan a Elmanyayê Cem Ozdemîr got "Erdogan ne serokê dewletekê ye, kesê mirovan dîl digire ye" nîqaşên di navbera Tirkiye û Ewropa de zêde bûn. Dîsa mijara welatiyên biyanî yên li Tirkiye girtî hat rojevê. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Adara 2017'an li Girtîgehên Tirkiye bi "Sûcên Rêxistinî" ji bilî endamên DAIŞ'ê li Tirkiye 277 kesên biyanî girtî ne. Di nav de welatiyên welatên Ewropa jî hene. Kesên rojnamevan û parazvanên mafên mirovan jî para xwe ji vê yekê girtine. Rojnamevan û parazvanên mafên mirovan ên li Tirkiye piştgirî dane kurdan hatin girtin û hêj girtî ne.
ROJNAMEVAN BUREAU Û YUCEL JI BER ROJNAMEVANIYÊ GIRTÎ NE
Rojnamevanê Fransî Laup Jean Rene Bureau (27), di 26'ê Tîrmeha 2017'an de dema ji sînorê Xaburê derbasî Tirkiye bû hat binçavkirin û hat girtin. Piştî kamera û wênekêşên Bureau hatin lekolînkirin, ji ber roportajên bi endamên YPG û YPJ'ê re çêkirine sedema girtinê nîşan dan û bi bi îdîaya “Alîkariya rêxistinê kiriye" girtin. Dadgeha Sulh Ceza ya Şirnexê biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Rojnamevan Denîz Yucel (44) ku welatiyê Elmanyayê ye, di heman demê ne nûçegîhanê Tirkiye yê Rojnameya Dîe Welt a Alman e. Bi hinceta maîlên Wezîrê Xweza û Enerjiyê Berat Albayrak ji aliyê Redhackê bi dest xistine hat girtin û hêj girtî ye. Yucel 14'ê Sibatê hat girtin û bi sedema ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re roportaj kiriye wekî “Endamtiya rêxistinê" tê darizandin.
DOSYAYA YUCEL CUDA KIRIN
Midûrê Ajansa Nûçeyan a DÎHA'yê Omer Çelîk, nûçegîhan Metin Yoksu, edîtorê Rojnameya Dîken Tunca Ogreten, Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA) Derya Okatan, Berpirsiyarê Muhasebeya Rojnameya BirGun Mahir Kanaat, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin û Yucel bi heman sedemê hatin girtin, lê dosya Yucel cuda kirin.
ROBÎNSON Ê ÎNGÎLÎZ PIŞTGIRIYA TIBBÎ DABÛ
Welatiyê Îngîlîz Joseph Andrew Robinson (24) ku ji bo seyranê hatibû navçeya Dîdîm a Aydina Tirkiye jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Robînson, li ser îxbarê di 28'ê Tîrmehê de hat binçavkirin û hat girtin. Welatiya Bûlgar Mîra Yashar Abdulselamoglû, tevî Robinson hatibû binçavkirin, lê ew hat berdan.
JI BER ALÎKARIYA MIROVAHIYÊ KIR HAT GIRTIN
Welatiyên Komara Çekê Miroslav Farkas (25) û Marketa Vselichova (35) li sînorê Xabûrê yê Silopiya hatibû binçavkirin. Farkas û Vselichova piştre bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Rûniştina doza wan li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat dîtin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ne" di rûniştina doza 2'ê Tebaxê de Farkas û Vselichova rastî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin.
PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN JÎ GIRTÎ NE
Li Tirkiye ne tenê rojnamevan û turîst, parazvanên mafên mirovan ên biyanî jî girti ne. Welatiyê Elman Peter Steudtner, welatiyê Îranî Alî Gharavî ku li Buyukada ya Stenbolê tevî parazvanên mafên mirovan hatin binçavkirin, piştre li dadgehê hatin girtin û hêj girtî ne.