Tevera Jinên Azad (TJA), li dijî qirkirina jinan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma “Em ê qirkirina jinan bidin sekinandin, jiyanê azad bikin” û “Wê tencrîd têk biçe, azadî bi ser bikeve” li 7 bajaran nobed girtin.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê çalakiya ku li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan hate lidarxistin Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî kir. Di çalakiya pankarta “Em ê qirkirina jinan bidin sekinandin, jiyanê azad bikin” hate vekirin de, dirûşmên “Jin, jiyan,azadî”, “Bijî piştgiriya jinan” û “Ne edaleta mêr, edaleta rast” qîrkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî ve hate kirin.
Bîlîcî bal kişand ser şideta li hember jinê ya di dema Rewşa Awarte de û diyar kir ku Rewla Awarte û dewleta serweriya mêr naskirine. Bîlînç diyar kir ku wê her jin li dijî zayendparêzî û şideta li ser jinê têbikoşe, li dijî sîstema faşîzim û serweriya mêr têkoşînê bide kirin.Bîlîcî bal kişand ser êrîşa faşîzan a li hember merasîma cenazeyê dayîka Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk û got: “Em çeteyên faşîst û nîjatperest ên di bin çengên AKP-DAIŞ’ê de baş dizanin.”
Parlementera HDP’ê ya Êlihê Saadet Beceriklî jî têkildarî êrîşê wiha got: “Ev êrîş mînaka herî berbiçav a cudakirina civakê ye. Çima polîsan mudaxele nekir, di çalakiyên herî biçûk de jî polîsan mudaxele dikirin. Ev rêxistinkirîbû. Hewldaneke ya provakasyonê bû. Berpirsê vê polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ye. Em vê polîtkayê ji Dayika Teybet dizanin. Ji Ekîn Van dizanin”
Piştî axaftinan jinan bi qîrkirina dirûşman û tilîliyan dawî li çalakiyê anîn.
WAN
Li Wanê li pêşiya avahiya Partiya Herêmê Demokratîk (HDP) çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û HDP’ê jî piştgiriya çalakiyê kirin. Di çalakiya dirûşim hate qîrkirin de, daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP’ê ya navçeya Tûşba Devlethan Aslan ve hate dayîn. Aslan diyar kir ku di êrîşên ku her diçe li Tirkiye û Kurdistnê zêde dibin de tim jin tên hedefkirin. Aslan wiha got: “Em jin ên ked, jiyana azad û demokrasiyê birêxistin dikin, her qetilkirineke ya jinê em dizanin parçeyeke siyaseta dewletê ya serwer a mêr û polîtîkaya wê ye. Di Rewşa Awarte de 500 jin hatin qetilkirin, 400 zarokên keç hatin îstismarkirin.
Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan jî nerazîbûn nîşanî nîjatperest a li hember merasîma veşartina cenazeyê Dayika Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk hate kirin da, diyar kir ku yên cudakar ên ku ev bûyer pêk anîne. Ertan wiha got: “Li dijî yên ku her carê em bi cudakariyê sûcdar dikirin, ên esas cudakariyê dikin duh şev carekî din hatin dîtin. Hemû welat duh şev bi vê bûyerê bû cudabû, parçe dibin. Em jin ji bo li dijî vê hişmendiya êrîşkar û faşîst; bi ruhê piştgiriyê, ji bo ruhê aştiyê ava bikin em ê têkoşînê bikin.
Piştî daxuyaniyê jianan li baxçe xelek çêkirin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Nobed saet 22:00 bi dawî bû.
AMED
Li Amedê beriya çalakiyê, Kolana Hunerê ya li navçeya Yenîşehîr hemû nuqteyên ketin û derketinê ji aliyê polîsan ve hate girtin. Bi dehan wesayîtên zirxî û polîsên hêzên çewîk li her nuqteya kolanê amade sekinîbûn. Kolana ku ewlekariya Rewşa Awarte lê hate girtin, polîsan pêşiya Aktîvîstên TJA û Parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Ûca û Parlementera Şirnexê Leyla Bîrlîk girtin.
Aktivîstên TJA û parlemeterên ku diyarkirin ku wê daxuyanî û çalakiya nobedê pêk bînin, polîsan bi hinceta Rewşa Awarte destûr nedan, diyar kirin ku daxuyanî bidin wê mudaxele bikin. Li ser mudaxeleya polîsan daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Yenîşehîrê ve hate dayîn.
Girseya ku bi meşê heta avahiya navçeyê çûn, polîsan jî bi ew şopandin. Di tevahiya rojê de polîsan gefa binçavkirinê li jinan kir ku dirûşim û tilîliyan didan, kirin. Jinan di tevahiya meşê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” qîr kirin. Polîsên ku rê nedan jin dirûşman qîr bikin, ji bo jineke ku dirûşim qîr dikirin gotin: “Tu nikarî dirûşman qîr bikî! Em ê te binçav bikin” gef lê xwarin.
Di dawiyê de polîsna rê nedan jin daxuyaniyê bide.
STENBOL
Nobeda li Stenbolê jî li pêşiya Îskela Beşîktaşê pêk hat. Di nobeta dowîzên “Ji tecrîdê re na”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji destavêtin, destdirêjî û qirkirina jinê re bêje rawest e” hate hilgirtin, tim dirûşmên “Bijî piştgiriya jinan” hate qîrkirin. Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê beşdarî nobedê bûn. Daxuyanî ji aliyê Yuksel Yildirim a TJA’yê ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di serî de li Tirkiye û Kurdistanê li hemû cîhanê hedefa yekem a êrîşên faşîst a paşverû jin in. Hişmendiya mêr a talanker û dewlet ji bo civakê kole bikie destpêkê li ser bendena jinê û keda xwe serwer kir. Dewleta serwer a mêr li dijî jinê di şerê deshilatê de serî li her cure kiryarên destavêtin, destdirêjî û qirkirina jinan dide.
Em ê li dijî her qirkirina jinê, destavêin û destdirêjiya li ser jinê têkoşînê li dijî mêtîngerî, hişmendiya serwer a mêr a faşîst bikin.
Piştî daxuyaniyê Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan li vir axaftinek kurt kir, diyar kir ku herî zêde zext û êrîş li ser jinê tê kirin. Bûldan wiha got: “Em jin bi hêzeke rêxistinkîrî em ê van polîtîkayên şîdetê bibin rawestandin. Li Tirkiye yan jî li kû dera cîhanê dibe bila bibe ziyanek bigihêje jinê em li wir in. Têkoşîna wê em ê bikin.”
Bûldan bal kişand ser êrîşa li hember merasîma cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk û got: “Di vê pêvajoya tehmûla miriyên me nakin de, me şahidî kir. Em neçar man cihê ku dayika me Hatûn lê hate veşartin, derbixin û li cihek din veşêrtin. Me nekarî wesyeta wê bi cih bînin. Duh şev ji rojavayê Tirkiyeyê ji bo xaka Kurdistanê hate sirgûnkirin. Ev nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo Kurdan dide nîşandan. Em ê heta dawî li dijî hişmendiya bi vî rengî tehmûla miriyên me jî nake têkoşînê bikin.
Nobed, piştî çalakiya rûniştinê ya du saetan û şûnde bi dawî bû.
ENQERE
Lingê nobedê yê li Enqerê jî li Parka Ahemt Arîf pêk hat. Nobeda jinên HDP’yî jî beşdar bûn, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, bal kişand ser êrîşa duh şev a li ser merasîma cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk û got: “Duh şev li dijî me êrîşeke mirovahiyê dide şermkirin hate pêkanîn. Me xwest cenazeyê dayika xwe Hatûn Tûglûk li gundê Încekê veşêrin; lê ji ber ên faşîzim û nesîbên xwe ji mirovahiyê negirtîn neçar man gorê vekin. Îro li warê wê li gel Zarîfeyan, Beseyan û Seyîd Rizayan Dersimê veşartin.
Konca wiha got: “Şidet li nav malê, nava kolanê me dît. Îro qirkirina jinê heta hemû hucreyan hîs dikin. Ji hikûmetê bigire heta çapemeniyê, ji mizgeftan bigire heta dibistanê bi hemû hucreyên xwe bi şidet û êrîşan re rû bi rû ne. Ya ku duh hate kirin ev bû. Jinên ku ji bo demokratîkirina welat û azadiya xwe têkoşînê dike, li dijî hişmendiyeke ku tehmûla wê ji mirina jinan û mirina kalan re nîne rû bi rû ne.Em îro pir bi hêzin. Bi têkoşîna jinê ya li her qadê em ê xwe rêxistin bikin û bi ser bikevin. Aştî wê ya jinê be.”
Jinan dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Dayika Hatûn dayika me hemû yane” qîr kirin. Polîsan rê nedan jinên ku piştî daxuyaniyê xwestin çalakiya rûniştinê pêk bînin. Jinan tevî hemû astengiyan demekê rûniştin.
Li aliyê din jinên ku li Êlih û Mêrdînê civiyan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” qîr kirin, bal kişandin êrîşên qirkirinê yên li ser jinan.