Baydemîr: Duh dubareya Madimakê bû!
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Baydemîr berpirsê êrîşa nîjatperest a bi ser Hatûn Tûgluk, dayika Aysel Tûglûk de AKP destnîşan kir. Baydemîr got, ‘’Ev êrîş bi plan, program, organîze bû. Êdî vegera li vî karî nîn e.’’
Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Baydemîr berpirsê êrîşa nîjatperest a bi ser Hatûn Tûgluk, dayika Aysel Tûglûk de AKP destnîşan kir. Baydemîr got, ‘’Ev êrîş bi plan, program, organîze bû. Êdî vegera li vî karî nîn e.’’
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr, derbarê êrîşa nîjatperest a bi ser cenazeyê Hatûn Tûglûk, diya alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk li avaniya navendî ya partiyê daxuyanî da. Baydemîr êrîş bi tundî şermezar kir û got, ‘’Heta ku me cenaze bire wir ti kêmasî, tengazarî, nerazîbûn, hişyarî nîn e lê dema ku cenaze giha wir bi carekê re revdeyeke faşîst ku berê hatibû rêxistin êrîş bi ser me de anî.’’
‘DAXUYANIYA WALÎ HEVKARIYA SÛC E’
Baydemîr li dijî daxuyaniya Waliyê Enqerê ku ji bo êrîşê gotibû, ‘berizîn’ helwest nîşan da û got, ‘’Mijar ne berizîn bû. Saetek û nîvê kevir, şûşe, cam avêtin, ketin gorê pehîn avêtin, traktor anîbûn traktor! Ji bo çi? Ji bo ku gorê vekin û tehde bidin cenaze. Revdeyeke wiha bû ku saetek û nîvê gotin, ‘Ev der ne goristana Kurdan e, ne ya Elewiyan e, em ê nizam çi bi gorê bikin’. Yekî bê terbiye rabûye dibêje, ‘berizîn’, şerm e şerm.’’
‘EV HIŞMENDÎ NAHÊLE KU KURD Û ELEWÎ BI HEV RE BIJÎN’
Baydemîr got, ‘’şer ne baş e, lê şêwazeke wê jî heye’ û got, hişmendiyeke wiha wê nikaribe welêt bi rê ve bibe: ‘’Ev hişmendî wê nehêle ku Kurd û Elewî bi hev re bijîn.’’ Baydemîr got rayedar piştî bûyerê bi saetek û nîvê hatin qadê û got, ‘’Piştî saetek û nîvê rayedar hatin, jixwe tişta bûyî bû. Heke cenaze li wir bimaya wê ne li cihê xwe nameye.’’
‘TIŞTA KU DUH BÛYÎ DUBAREBÛNA MADIMAKÊ BÛ’
Baydemîr got êrîşa nîjatperest a duh ne nû ye û wiha got: ‘’Tiştên ku duh bûyîn dubarebûna Sêwasê, 6-7’ê Îlonê ya Meraşê bû, dubarebûna Dersim, Şêx Seîd bû. Dubarebûna 1915’an bû. Ev du sal in ku em li dijî van revdeyan têdikoşin. Soza me heye ji hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê re, heke li dijî faşîzmê em nebin yek ev welat wê bibe goristan. Divê şevê dî bibe xala fetlonekekê. Me qewîtiya Dayika Hatûn bi cih neanî. Duh li Cem Evî me ji Dayika Hatûn xwest ku li me helal bike. Divê ev civaka biçe ji Dayika Hatûn bixwaze ku heqê xwe lê helal bike.’’
PEYAMEK BO KURDÊN KU DESTEK DIDINE AKP’Ê
Baydemîr bang li hikûmetê kir û got: ‘’Ho Hikûmet, heke goristanên me wê ne hevpar bin, kuçe û bajarên me wê çawa hevpar bin?’’. Baydemîr wiha domand: ‘Hûn dizanin ku hûn çi diçînin û hûn çi dihilînin? Gotineke me jî ji bo wan Kurdan e ku destekê didine AKP-Bahçelî: Êrîşa duh ne bi ser dayika Aysel Tûglûk de bû. Êrîşa duh li dijî Kurdan, Elewiyan, hemû mirovahiyê bû. Siyaseta ‘Kurd bila dayika xwe nebîne, bûye bila Kurd dayika xwe veneşêre.’’
‘ÊDÎ TIŞTA HEWCE DIVÊ WERE KIRIN’
Baydemîr got, ‘’êdî divê ev êrîş weke dengê naqosa talokeyê were ditin û tiştên hewce jî divê werin kirin. Heke em hemû dînamîkên welêt nikaribin faşîzmê di gora vala Dayika Hatûn de veşêrin ti dahatûya vî welatî nîn e.’’
Baydemîr êrîşa bi ser cenaze de weke ‘bûyera herî hov a terorî’ bin av kir û got, ‘’Di saetek û nîvê de yek êrîşkar hate binçavkrin, yek gaza îsotê hate avêtin? Na. Heta niha yek kes hatiye binçavkirin, na. Êrîşeke ib plan, program û organîze bû. Êdî vegera ji vî karî nîn e. Heke em nebêjin li vê cografyayê em kîndarî, barbariyê naxwazin, hevkarê vî sûcî û sûcê siberojê ye.’’
‘PIŞTRE HAT..’
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr got bi ti rengî ew rajêrî zilmê nabin û got: ‘’Dayika Hatûn dike ku bigihe xaka ku lê jidayik bûye. Carinan hin behsa aqilê rajor dikin, dev ji van çîrokan biqerin, 100 navendên neqenciyê bihatana cem hev nikarîbûn ziyaneke wiha bidin nirxên vî welatî. Ev berhema we, desthilatdariya siyasî ye. Em careke dî vê polîtîkayê red dikin, şermezar dikin, em rajêrî vê polîtîkayê nabin, em ê nebin. Wezîr Beg hatiye cihê bûyerê, rast e, hat. Heta saet 3’yê şevê bi telefonan em axivîn. Piştî ku tişta bûyî bû hat. Hûn ê ji vê êrîşa vê revdeya faşîst re ‘berizîn’ nebêjin.’’