TŞYG: Rêheval Ûlaş sembola têkoşîna hevpar bû

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ji bo Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek weşand.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ji bo Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) ê ku li Rojava jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Rêheval Ûlaş xwediyê helwesteke sade û kedkar bû û bêyî berjewendî û hesab beşdarî şoreşê bûbû. Ew mîlîtanekî sosyalîst ê rastîn û fermandarekî şoreşger bû.

Ew girêdayî çanda şoreşger bû ku ya ji Mahîr, Ûlaş û Denîzan maye û kesayeteke şoreşger ê roja me bû. Têkoşîna şoreşger a gelê Tirkiyeyê gihandiye Rojava, Kurdistan û Rojhilata Navîn û tevkariyên mezin li têkoşîna hevpar a gelan kiriye.

Rêheval Ûlaş di destpêka Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de cihê xwe girtiye û ji bo avabûna şoreşa hevpar ked daye û ketiye nav hewldanan. Di xebatên siyasî û leşkerî yê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de cih girtiye û pêşengtî jê re kiriye.

Rêheval Ûlaş di vî warî de li dijî faşîzm û mêtingeriyê giyanê têkoşîna hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan di asta herî jor de xistiye pratîkê.

Em Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bang li hemû aliyên şoreşger û demokratîk dikin ku li hemberî faşîzma AKP-MHP û DAIŞ’ê bibin yek û têkoşîn û berxwedana hevpar amade bikin û ji faşîzmê hesap bipirsin.

Ji ber şehadeta rêheval Ûlaş em xemgîniya xwe diyar dikin û êşa malbat, dost û rêhevalên wî par ve dikin. Em ê êşên xwe veguherînin têkoşîn û berxwedana zêde û bidestxistina rizgariyê.”