KJK: Dayika Hatûn tim li dijî faşîstan rawestiya ye

KJK, sersaxî ji bo malbata Hatûn Tûglûk a ku jiyana xwe ji dest dabû xwest û got: Bi taybetmendiyên xwe yên Elwîtiyê, bi xwebûyîna rastiya jina Kurd, bi serbilindî û berxwedêriya xwe tim li dijî faşîst û mêrgîngeriyê raswestiya ye.”

Koordînasyona KJK’ê, peyameke sersaxiyê ji bo wefata dayika Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk parvekir.

‘DIVÊ BIBE SEDEMA RASTIYA TÊKOŞÎNÊ’

Peyama KJK’ê wiha ye:

“Wefata dayika Hatûn Tûglûk dayika yek ji kadroyê Pêşeng ê Partiya me PKK’ê Aytekîn Tûglûk û Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk e, em ji dil xemgîn kirin. Di serî de serê keça wê Aysel Tûglûk û hemû malbatê sax be.

Di çanda me ya civakî û baweriyê de tim rê ji cenazeyan re tê girtin. Lê êrîşa bi hevkariya hişmendiya desthilata AKP’ê ya qirker û faşîst carekî din hate dîtin ku rêz ne ji çand û ne ji cenazeyan re digirin. Ev ne kiryara yekem e. Em vê ji Qetlîama Dersimê ya 1938, Qetlîama Sêwas û Qetlîama Gaziyê dizanin. Qetlîamên bermayên hişmendiya mezhebî û faşîzan di roja me de jî dewam dike. Ev êrîşa dewama qetlîamên li Kurdistan dewam dike carekî din di merasîma cenazeyê dayika Hatûn Tûglûk de rastiya wê hate dîtin. Ev rastî divê di serî de ji bo jinan û her kesê bibe sedema rastiya têkoşînê.

‘TEMAŞE KIRIN, XWEDÎ KIRINA POLITÎKAYÊN FAŞÎZANE YE’

Di dîrokê de zîhniyeta faşîst, bi îdeolojiya nîjadperestî, mezhebtî di civakê de cûdakarî dike û bi qetlîmaan xwestiya hegemonya xwe biparêze. Di dîroka Tirkiyeyê de cûdakariya di nava nîjad, mezheb û zayendparêziyê de xwestiye hebûna xwe bidomîne, weke encam êrîşkirina cenazeyekê meşrû dîtin û belavkirine.

Di rastiyê de raya giştî, pêvajoya ku hatî jiyîn tenê temaşe kiriye û bêdeng maye, bi vê bêdengiya xwe bûye hevkarê êrîşê. Pêkanînên li ser cenazeyên gerîla, bombekirina bi dehan goristanên gerîla, teşhîr kirina cenazeyê hevala me Ekîn ku li navçeya Gimgim a Mûşê şehîd ketî, li Cizirê cenazeyê Dayîka Taybet ku 7 rojan li kolanê hiştin û îro jî êrîşkirina li ser cenazeyê Dayîka Hatûn, tekiliyên faşîzane ku politîkayên dawî yên Erdogan-Bahçelî ne. Nirxên mirovahî û civakê ji aliyê Erdogan-Bahçelî ve ji holê tê rakirin û ji bo desthilatdariya xwe hemû tiştî pêktînin. Pêwîste were zanîn ku temaşekirin û bêdengî hevkariya bi van politîkayan re ye. Em ti caran van politîkayên faşîzan, qetilker ji bîr nakin û em ê têkoşîna pêwîst bikin.

‘HER DEM SERÎ RAKIRYE’

Dayîka me Hatûn di jiyana xwe de xwedî li çand û dîroka xwe derketiye, ji bo gelê me û têkoşîna me bedelên mezin daye rêhevalê me Aytekin ku li Girtîgeha Xarpetê ji aliyê faşîstane ve hatibû şehîd xistin, mezin kiriye. Bi taybetmendiyên xwe yên Elwîtiyê, bi xwebûyîna rastiya jina Kurd, bi serbilindî û berxwedêriya xwe tim li dijî faşîst û mêrgîngeriyê raswestiya ye.”

Em carek din êrîşa li ser cenazeyê Dayîka me Hatûn şermezar dikin, ji Malbata Tûglûk re sersaxiyê dixwazin.”