Doza JÎTEMÊ: Leşkeran cilên gerîlayan li xwe kirin û cinayet pêk anîn

Bedran Akdag ê ku di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de şahidî kir, diyar kir dema ew dixebitî “Cînayetên ku JÎTEM’ê kiribû, dixistin stûyê PKK’ê.”

Akdag got : “Min hin xebatkarên leşkerî dîtin ku cilên gerîlayên PKK’ê li xwe dikirin û mirov dikuştin.”

Rûniştina 11’emîn a doza JÎTEM’ê li Enqereyê hate kirin. Doz ji bo ronîkirina aqûbeta 22 kesên ku di navbera salên 1992-1996’an de hatine windakirin, hatibû vekirin.

Di rûniştinê de îfadeya Bedran Akdag ê ku wê demê peywirdar bû, hate xwendin.

‘SÛC XISTIN STÛYÊ PKK’Ê’

Akdag di îfadeya xwe de diyar kir ku, di navbera salên 1992-1994’an de bi awayê ne fermî agahî dida JÎTEM’ê û piştî sala 1994’an de jî di nav JÎTEM’ê de dest bi peywirê kiriye.

Akdag got: “Min hin xebatkarên leşkerî dîtin ku cilên gerîlayên PKK’ê li xwe dikirin û mirov dikuştin.”

Derket holê ku Nûrettîn Yalçinkaya yê ku hatibû windakirin û di sala 2009’an de hestiyê wî di bîrekê de hatibû dîtin jî di qeydên fermî de ‘sax’ e.

Ji bo derbaskirina vê nakokiya rapora tiba edlî û qeyda nifûsê bê derbaskirin, li gundê ku qeyda nifûsa Yalçinkaya yê winda û saziyên têkildar ji bo lêkolîn bên kirin, biryar hate girtin ku Fermandariya Jendermeyan a navçeya Qoserê daxwazname binivîsîne.

Ji ber bûyereke mîna wê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Samsûrê hate kirin, piştî redkirina daxwaza kirina yek a beriya niha, daxwaza dadgehê ya kirina yek a dosyayan a ji bo Dadgeha Bilind şandî û heta Dadgeha Bilind di derbarê dosyayê de biryar bide, hate redkirin.

Rûniştin taloqî 28’ê Mijdarê hate kirin.

YÊN TÊN DAREZANDIN

Di çarçoveya dozê de serheng Hasan Atîlla Ûgûr, Serheg û Fermandarê Jendermeyan ê Bajrê Amedê yê Demê Eşref Hatîpolû, Fermandarê Bulukê ya Jendermeyan Ahemt Boncûk, Serçawîş Ûnal alkan û cerdevanên gudn Abdurrahman Kûrga, Mehmet Emîn Kûrga, Ramazan Çetîn, Mehet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemîr ji sûcên “avakirina rêxistinên bi çe û rêvebirin, endantiya rêxistinê û kuştinên bi plan” tên darezandin.

Rûniştina 10’emîn a dozê, 10’ê Gulanê pêk hatibû; di rûniştinê de şahidê veşartî yê bi navê ‘Aydos’ hatibû guhdarkirin.

‘Aydos’ destnîşan kiribû ku FErmandarê Jendermeyan ê Demê Hasan Atîlla Ûgûr, 3 kes di têketina navçeyê de înfazkiribû û cenazeyên wan jî avêtinbû pêşiya nexweşxaneya dewletê.