HDK: Êrîş, rê li ber birînên ku neyê pêçan vedike
HDK, êrîşa li ser cenazeyê dayika Berdevak Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk şermezar kir û got: “Êrîşên bi vî awayî, di nava gelan de siberojê rê li ber birînên kûr ku neyê pêçan vedike.”
HDK, êrîşa li ser cenazeyê dayika Berdevak Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk şermezar kir û got: “Êrîşên bi vî awayî, di nava gelan de siberojê rê li ber birînên kûr ku neyê pêçan vedike.”
Desteya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), êrîşa li ser merasîma cenazeyê dayika Berdevka Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate nîşandan ku êrîşa ku hate kirin asta polîtîkaya dewletê ya li hember Kurd û Ewlewiyan a deveyî mirovahiyê ye û wiha hate gotin: “Daxuyaniyên ku piştî êrîşê ji aliyê rayedarên dewletê ve hate kirin, ji bo sergitina êrîşê ya bi plan û êrîşekî faşîstî ku êrîşa sivik bike ye. Êrîşa ku li hember cenazeyê miroveke 78 salî hate kirin asta polîtîkaya kîn û nefretê ya dijminahiya dewletê ya li hember Kurd û Elewiyan gihiştiyê dide nîşandan.”
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êdî desthilata Qesrê û AKP’ê ya polîtîkaya wê ‘Ji derveyî polîtîkaya Kurdê mirî, daxwaza nedayîna goran ji bo Kurd û Elewiyan’ bûye. Di daxuyaniyê de welatiyên ku di ‘xwerêveberiyê’ de ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin hate bibîr xistin.
‘RÊ LI BER BIRÎNÊN KÛR KU NEYÊN PÊÇAN VEDIKE’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kurd, Elewî û Ermenî weke dijmin didin nîşandan û got: “Di aliyê gelan de li dijî polîtîkayên cudakariyê divê hemû welatiyên xwedî wijdan xwedî rûmet helwest nîşan bide. Polîtîkayên nîjatperest, ji derveyî dijminkirina gelan ti encamê bi xwe re naîne. Êrîşên bi vî awayî, di aliyê gel de li dijî rakirina vîna hevpar û vîna bi hev re jiyanê ji holê radike, di siberojê de rê li ber birînên kûr ku neyê pêçan vedike.”
‘ÊRÎŞÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daxuyaniyên rêveberên dewletê ji bo sivik nîşandan bûyerê û sergirtina êrîşê ye û wiha hate gotin: “Kongreya Demokratîk a Gelan , vê êrîşa nemerd a daxwaza jiyana hevpar a galan û biratiya nava baweriyan di nava şert û mercên wek hev ê jiyanê û vîna wan dînamîtkirî de şermezar dikin. Di serî de sersaxî ji hevala xwe Aysel Tûglûk, malbat û hemû dostan re dixwazin .”