Demîrtaş û Zeydan: Êrîşa li cenaze berhema AKP’ê ye
Selahattîn Demîrtaş û Abdûllah Zeydan ên girtî ji bo Hatûn Tûglûk peyama sersaxiyê şandin.
Selahattîn Demîrtaş û Abdûllah Zeydan ên girtî ji bo Hatûn Tûglûk peyama sersaxiyê şandin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê Colemêrgê yê girtî Abdûllah Zeydan ji ber ku diya Aysel Tûglûkê jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê şandin.
Peyama Demîrtaş û Zeydan a ji Girtîgeha Edîrneyê şandine wisa ye:
“Ji ber wefata diya Alîkara Hevserokatiya me ya Giştî em xemgîn bûn. Em ji Hatûn Tûglûkê re rehmetê û ji Aysel Tûglûk, malbat û dostên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Di dema veşartina cenaze de êrîş hatiye kirin, em kesên êrîşkar lanet dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev êrîşkar berhema AKP’ê ne û her dem me dikin hedef.
Em dizanin ku di vê roja bi êş de dilê bi milyonan kesan bi Aysel Tûglûkê re ye.”