Kedkaran xwestin Gulmen û Ozakça bên berdan

Platforma Şaxan a KESK'ê li Mêrsîn û Riha daxuyanî dan û xwestin Gulmen û Ozakça û bên berdan.

MÊRSÎN

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrsînê bi armanca Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça bên berdan li avahiya Şaxa Egitim Senê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de pankarta "We bihîst? li dijî êrîşên Rewşa Awarte û BHQ’ê em karê xwe dixwazin" vekirin. Li ser navê Platformê Berdevkê Platforma Demîya KESK'ê Sînan Mûşlû daxuyanî da û xwest Gulmen û Ozakça bên berdan û AKP dest ji van polîtîkayên xwe berdan.

RIHA

Şaxa Egîtim Senê ya Rihayê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Kedkarên Egîtîm Senê binçavkirina parêzerên Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça şermezar kirin û xwestin parêzerên wan û ew bi xwe bên berdan. Li ser navê KESK'ê berdevka Demî ya KESKê Leyla Mumîn, xwest hemû endamên Konfederasyona wan dîsa li karê xwe vegerin û dawî li vê bê hiqûqiyê bînin.

Mumîn, anî ziman ku diyar dikin ku Nûriye û Semîh ne bi tenê ne û xweztin bi lezgîn bên berdan.