KNK: Biryara Belçîkayê rûyê rastîn ê dewleta Tirk nîşan da

KNK’ê memnûniyeta xwe nîşanî biryara Belçîkayê da ya ku dibêje; ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ da û got: “Careke din têkoşîna gelê Kurd a meşrû û mirovî hate dîtin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî biryara dadgeha Belçîkayê ya ku dibêje; ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê got: “Dadgeh gihişt vê biryarê ku PKK di çarçoveya hiqûqa çekdarî de ye, ne ya navneteweyî û navdewletî ye. Li gorî vêya hiqûqa şer a navneteweyî him ji bo PKK û him jî ji bo dewleta Tirk e. Dadgehê diyar kiriye ku di navbera PKK û TAK’ê de jî ti têkilî nehatiye dîtin. Bi vê re jî argumana dewleta Tirk jî hatiye pûçkirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:

“Bi vê biryarê re sûcdarî û êrîşên dewleta Tirk a li dijî gelê me û nûnerên wê jî hatiye pûçkirin. Rûyê şerê qirêj derketiye holê.

Em ji vê biryara Dadgeha Belçîkayê kêfxweş in û em dibêjin bila ji bo gelê me bi xêr be.

Di heman demê de bang li Yekîtiya Ewrûpayê dikin ku PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ derxîne.

Têkoşîna gelê Kurd a mafdar, rewa û mirovî careke din hate dîtin.”