Ji bo bibe dengê Kolberan bi bisiklêtê çû Tehranê
Derdorparêzê Merîwanî Serîf Bacwer ê bi armaca protestokirina qetilkirina Kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve bi bisiklêtê ji Merîwanê ber bi Tahranê ve kete re, gihişt Tehranê.
Derdorparêzê Merîwanî Serîf Bacwer ê bi armaca protestokirina qetilkirina Kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve bi bisiklêtê ji Merîwanê ber bi Tahranê ve kete re, gihişt Tehranê.
Derdorparêzê Merîwanî Serîf Bacwer ê bi armaca protestokirina qetilkirina Kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve bi bisiklêtê ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ber bi Tahranê ve kete re, gihişt Tehranê.
Bacwer ê 11’ê Îlonê kete ser rê, li bajarên ku têre derbas dibe piştî ku ji aliyê gelek kes, derdorparêz û nûnerên rêxistinên civakên sivîl ve hatin pêşwazîkirin û şûnde, derbasî Tehranê bû.
Bacwer ê li Tahranê ji aliyê Kurdan û parêzvanên mafê mirovan ve li Parka Azadî hate pêşwazîkirin, ji bo protestokirina qetilkirina kolberan, girtina parêzvanên mafên mirovan ên bi navê Atena Daîmî û Riza Şahabî, anî ziman ku ev çalakî pêk aniye.
Bacwer, beriha niha beşdarî gelek çalakiyên protestoyê yên şewitandina daristan û êrîşên rejîma Îranê bûye û herî dawî sala borî ji ber çalakiyekê firoşgeha wî ya li Merîwanê ji aliyê sîxûriya Îranê ve hatibû şewitandin.