Li metroya Londonê teqînekê rû da -NÛ BÛ

Li metroya paytexta Îngilîstan Londonê teqînekê rû da. Tê gotin, hin kes ji ber teqînê birîndar bûne.

Li gorî nûçeya The Sun, ku li Îngilîstanê weşanê dike, li metroya Londonê teqînekê rû daye.

Rojnameya Metro jî ragihand, ji ber teqînê rûyê hin kesan şewitiye û birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji aliyê polîsan ve hate dayin, bûyer li stasyona metro ya li Parsons Green rû da.

Tê gotin, ku bombeyek di hundirê çenteyekî de bû teqiya ye. Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê teqînê.

Şahidekî bûyerê bi rêya twîtterê ev peyam weşand: "Li trena Parsonsê teqînekê rû da. Di vagonê de gogeke ji êgir bi hewa ket. Ji deriyê vekirî em derketin derve."

Piştî teqînê, seferên metro hatin sekinandin.