Belçîka got: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’ dosya girt
Li Belçîka doza di derbarê Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Adem Ûzûn û 36 kesan de hatibû vekirin bi encam bû. Dadgehê biryara “PKK ne rêxistineke ya terorê ye” da.
Li Belçîka doza di derbarê Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Adem Ûzûn û 36 kesan de hatibû vekirin bi encam bû. Dadgehê biryara “PKK ne rêxistineke ya terorê ye” da.
Li Belçîka doza ku sala 2006’an Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, siyasetmedarên mîna Zûybeyîr Aydar û Adem Ûzûn jî di nav de ya di derbarê 36 kesan de hatibû vekirin, piştî 11 salan û şûnde bi encam bû. Di doza Mijdara beriya 3 salan hate destpêkirin de dewleta Tirk li dijî birara dadgehê ya ‘Xebatên PKK’ê ne terorî ne’ ji bo Dozgeriya Belçîkayê îtiraz kiribû. Dadgeha Belçîka ya ku îtiraz nirxand bi biryara dayî diyar kir ku PKK ne rêxistineke ya terorê ye carekî din piştrast kir. Li gorî biryarê PKK li Belçîkayê li gorî qanûnên terorê nayê darezandin û wiha hate pênasekirin: “PKK rêxistineke bi çek a li qada netewî de bê dewlet e.”
‘PKK WÊ LI HEMÛ CÎHANÊ MAFÊ KU HEQ KIRÎ BIGIRE’
Siyasetmedarê Kurd Zubeyîr Aydar ê li ser biryara dadgehê ji ANF’ê re nirxandin kir, diyar kir ku biryar di cih de ye û wiha pêde çû:
“Di aliyê me de bienambûna biryarê girîg bû. Beriya niha di dadgehê de care yekeme ku ev şer e yan jî terore bi awayekî cidî hate gotûbêjkirin. Herî dawî cara ewilê Mijdara beriya 3 salan dadger biryar aliyê me da. Dadgehê gotibû; ‘PKK ne rêxistineke ya terorê ye. Ne teror, aliyeke şer heye.’ Biryar hate girtin ku ev kes nayên darezandin. Dozgeriyê jî îtiraz kirin. Me jî parastina xwe kir. Dadgeha jor jî ew red kirin, biryareke adil bû.
Bi salan têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurdistanê bi awayekî bê maf bi terorê tên sûcdarkirin. Ev cara ewilê ye ku dadgeh biryarek adil dide. Ev wê bandorê li doza li Dîwana Edaletê ya Ewopayê dewam dike jî, bike. Wê bandorê li dadgehên din ên li Ewropayê jî bike. Heta ku biryara dadgehê ‘lîsteya terorê’ ya Ewropa çirandiye. Ti rewatiya vê nemaye. Em ê vê bibin Dîwana Edaletê ya Ewropayê jî. Ji derveyî vê ev doz bûye bersiva qetlîamên dewleta Tirk a li Kurdistanê dide kirin. Wê hewldanên me yên dîplomatîk, siyasî û hiqûqî yên di vî warî de jî wê bidome. Tevgera Azadiya Kurdistanê li hemû cîhanê mafê ku heq kirî wê bigire.Ji xwe ev îtiraza dadgehê bû. Êdî îtiraza dawî ya dadgehê ye. Ev dosya hate girtin.”