YJA Star: Têkoşîn Amed dûmahîka kevneşopiya me ya berxwedanê ye
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku Têkoşîn Amed a ku li Amedê çalakiyeke fedayî lidar xist, dûmahîka kevneşopiya berxwedanê ye.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku Têkoşîn Amed a ku li Amedê çalakiyeke fedayî lidar xist, dûmahîka kevneşopiya berxwedanê ye.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji bo Têkoşîn Amed a ku li Licê ‘çalakiyeke fedayî’ lidar xistibû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Di vê pêvajoyê de dewleta Tirkiyeyê faşîzma xwe û pêkutiya xwe ya li ser gelê me zêdetir kiriye. Hedefa bingehîn a van êrîşan felsefeya Rêbertiya me ye. Pratîzekirina felsefeya Rêbertiyê û şikandina esareta Îmraliyê armanca me ya sereke ye. Hemû hêzên me yên gerîllayan bi vê biryardarî û îdîayê dimeşin û derbên giran li artêşa Komara Tirkiyeyê ya faşîst dixin.
Di 10’ê Îlonê de rêhevala me Têkoşîn bi çalakiya xwe ya fedaî vî giyanê fedakar ê berxwedanê gihandiye lûtkeyê. Rêheval Têkoşîn bi çalakiya fedayî ya li dijî qereqola Angolê, derbeyeke giran li Dewleta Tirk xistiye. Rêhevala me Têkoşîn beriya her tiştî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me, ev çalakî li dar xistiye.
Fedayîbûn fêmkirina ji Rêbertî û gel e. Rêhevala me Zîlanê yekemîn çalakiya fedaî ya dîroka me lidar xistiye. Rêheval Zîlan bûye manîfestoya fedayîbûn û parastina Rêbertiyê. Îro jî rêheval Têkoşîn ev ala bilindtir kiriye.
Ji Bêrîtanan heta Sema, Zîlan Şaristan,Berwar, Xebat, Dijwar, Zinar, Doga û Eyleman têkoşîna azadiyê kevneşopiyeke fedayîbûnê afirandiye û qedera pêvajoyê diyar kirine.
Rêheval Têkoşîn bi vê çalakiya xwe ya dîrokî wateya azadiyê geştir kiriye û giyanê berxwedanê yê jina azad di kesayetiya xwe de şênber kiriye. Em bi hurmet rêhevala xwe bi bîr tînin. Em di şexsê rêheval Têkoşîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û soza xwe ya girêdayîbûna rêya wan careke din dubare dikin ku em ê bi xeta fedaî li ser şopa wan bin.”