Meşa 'Azad Bike' kete roja xwe ya dawî

Meşa dirêj a ku ciwanên Kurd ji Dortmûndê dan destpêkirin kete roja xwe ya dawî.

Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad li Dortmûndê bi çarçoweya kampanyaya 'Azad Bike' bi dirûşma 'Bi tolhildana şoreşgerî mêtingeriyê parçe bike, Rêbertiyê azad bike' meş dabûne dest pê kirin. Meş îro kete roja xwe ya dawî.

Ciwanên Kurd ku şevê din bi derengî gihaştin ber komeleya FEDA ya Leverkûsenê îro dîsa ji heman cihî meşa xwe domandin. Ciwan di qonaxa dawî de ji Leverkûsenê wê heta bi Kolnê bimeşin. Qonaxa dawî ya meşê 15 kîlometre ye. Ciwan seraqet dirûşma, 'Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê', 'Freîheît fur Ocalan' dibêjin.

MEŞA JI 120 KÎLOMETREYAN

Meşvan ji 6 bajarên mezin û ji gelek gundan derbas bûn. Meşvan heta niha ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 105 kîlometre meşiyan û heta êvarî ev ê bibe 120 kîlometre.

DESTEKA HEYVA SOR A KURDISTANÊ

Heyva Sor a Kurdistanê jî desteke tendirûstiyê dide meşvanan.

LI KOLNÊ MÎTÎNGA AZADIYÊ Û PANÊL

Meşvan hewl didin ku saet 17.00’an bigihin Dêra Domê ya Kolnê û li vir wê tevlî mîtînga 'Ji Ocalan re azadî' bibin. Mîtînga Azadiyê ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demoratîk a Kolnê ve hatiye amadekirin. Her wiha meşvan berêvarî wê tevlî panêla beriya festîvalê bibin. Panêl li qada festîvalê ye.