Cenazeyê Hatûn Tûglûk li Dersimê hate veşartin

Cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk a li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, li Dersimê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyê dayika Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk a ku piştî li Goristana Taxa Incek a Enqerê hate definkirin, piştî êrîşa komeke nîjatperest pêkhatin ji gorê hate derxistin, bi otobusê anîn Dersimê.

Cenazeyê li Dersimê bi konvoyan hate pêşwazîkirin. Birin Mala Cemê ya Komeleya Piştgirî û Belavkirina Çandê ya Hacî Bektaş Velî li vir ji nû ve wecîbeyên ol hatin pêkanîn. Rê nehate dayîn ku Aysel Tûglûk beşdarî merasîma cenaze ya li Dersimê bibe, darbesta Hatûn Tûglûk li ser milê jinan hate birina goristanê.

Piştî merasîma cenazeyê Hatûn Tûglûk a li Mala Cemê û şûnde, li Goristana li Taxa Sîhenekê hate veşartin. Parlemeterê HDP’ê Alîcan Onlu, Meral Daniş Beştaş, Sîbel Yigîtalp, Feleknas Ûca, Aktivîstên TJA û bi sedan kes beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Piştî veşartina cenaze Parlemetera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li vir axaftin kir û bal kişand ku bûyera duh li Enqereyê pêk hat û bîbîr xist ku Qetlîameke 38’an a duyemîn e. Beştaş, destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de daxuyaniya çapemeniyê ya ku 3 kes jî bin bi sedan polîs tên sewqkirina herêmê. Beştaş diyar kir ku di dema veşartina cenazeyê Hatûn Tûglûk de ti tedbîrên ewlekariyê nehatin girtin.