Ji bo ‘Serokkomar Masûm’ ji erkê were girtin îmze tên berhevkirin

Parlementerên YNK’ê diyar kirin ku ji bo Serokkomarê Iraqê ji peywirê were girtin li Bexdayê îmze tên berhevkirin

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Iraqê Mihemed Hecî Osman têkildarî ji erkê girtina waliyê Kerkûkê axivî û got “Ev biryar siyasî û şovenî ye.” Endamê Meclîsa Bajêr ê Kerkûkê Ehmed Eskerî jî got: “Tenê em dikarin biryareke wisa werbigirin.”

‘JI BO DAHATÛYA IRAQÊ KÊŞEYEKE MEZIN E’

Osman diyar kir ku li parlementoya Iraqê dema biryarek te stendin divê hemû pêkhateyên etnîk pesend bikin û got: “Binpêkirina vê rêgezê wê ji bo dahatûya Iraqê bibe kêşeyeke mezin.”

ESKERÎ: TENÊ EM DIKARIN BIRYAREKE WISA BIDIN

Endamê Meclîsa Bajêr ê Kerkûkê Ehmed Eskerî jî got: “Meclîsa Bajêr Necmedîn Kerîm hilbijart. Li Iraqê hemû walî wisa tên hilbijartin. Heke divê walî ji peywirê were dûrxistin, meclîsa bajêr dikare biryara vî tiştî bide. Hilbijartina waliyekî nû jî dîsa em dikarin hilbijêrin. Ev biryara ku hatiye dayîn, biryareke siyasî ye.”

JI BO ‘SEROKKOMAR MASÛM’ JI ERKÊ WERE STENDIN ÎMZE TÊN BERHEVKIRIN

Eskerî diyar kir ku ev biryar xisarê dide Iraqê û got: “Li gorî agahiyên ku me stendine ji bo Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm ji peywirê were stendin îmze tên komkirin. Ev gav wê xisarê bide Iraqê.”

ÇI BÛBÛ

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî biryara betalkirina erka waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm îmze kiribû û şandibû parlementoya Iraqê. Piştî ku biryar gihiştibû parlementoyê bi dengê 173 parlementeran biryar hatibû wergirtin ku Kerîm ji erka xwe were stendin.