Destwerdana DYA ya li referandûmê

Referandûma ku PDK serkêşiyê jê re dike, di qonaxa dawî de ye. Bi zextên DYA re Barzanî sînyala vegera ji vê biryarê da. DYA alternatîfeke nû pêşkêş kir, Barzanî jî got, "em ê binirxînin."

Referandûma li Başûrê Kurdistanê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serkêşiyê jê re dike, di qonaxa dawî de ye. Zexta li ser herêmê ya ji bo betalkirina referandûmê zêde bû. Piştî gavên dîplomatîk ên 24 saetên dawî, Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî sînyala vegera ji vê biryarê da.

GAVÊN PDK'Ê YÊN TÊKILDARÎ BEXDA Û SIYASETA NAVXWEYÎ

Bi nêzîkbûna dawîhatina li şerê DAIŞ'ê re, PDK ji bo "hê bêhtir tawîzan ji Bexdayê bigire", "herêmên petrolê yên di dema êrîşên DAIŞ'ê de bi dest xist, di kontrola xwe de bihêle" û têkildarî siyaseta navxweyî jî "Serokatiya herêmê ji dest bernede", "Di hilbijartinên parlamenta herêmê de vê mijarê ji xwe re bike pêlikek" û "prestîja ji ber terikandina Şengal û Mexmûrê ya di şerê DAIŞ'ê de winda kir ji nû ve qezenç bike" qerta referandûmê danî holê. Di mijara referandûmê de gelek bûyer di nava 24 saetên dawî de qewimîn.

SERDANÊN MCGÛRK

Nûnerê Taybet ê DYA yê Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê Brett McGûrk, piştî ku 12'ê Îlonê li ser referandûmê bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re li ser referandûmê rûnişt, 13'ê Îlonê derbasî Silêmanî bû û bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê ti daxuyanî nehate dayin. McGûrk li gel heyeta pê re bi Tevgera Goran re rûnişt.

DYA EŞKERE KIR KU 'SEDÎ SED LI DIJ E'

Piştî hevdîtina McGûrk a bi Goran re, endamê Odeya Dîplomasiyê ya Tevgera Goran Wişyar Omer daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "McGûrk ji me re ragihand, ku DYA sedî sed li dijî referandûmê ye." Û ji bo taloqkirina referandûmê sê pêşniyar kiriye.

Omer der barê van pêşniyarên McGûrk de ev agahî da: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Başûrê Kurdistanê gav were avêtin", "DYA, Fransa, Îngilîstan û hikumeta navendî ya Bexdayê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên bi herêma Kurdistanê re heyetekê ava bikin" û "Parlament biryara taloqkirina referandûmê bide".

GAVÊN LI BEXDAYÊ DI DEMA SERDANAN DE HATIN AVÊTIN

McGûrk, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Kûbîs, Sefîrê Bilind ê DYA yê li Bexdayê Doûglas Sîllîman û Sefîrê Bilind ê Îngilîstanê yê li Bexdayê Frank Baker, duh li Hewlêrê bi Serokwezîrê herêmê Nêçirvan Barzanî re rûniştin. Di dema vê hevdîtinê de ji Bexdayê hin gav hatin. Ebadî di ser Kerkûkê re zext li PDK'ê kir û biryara parlamenta Iraqê ya berê ji bo girtina ji wezîfeyê ya Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, îmze kir. Piştî ku biryar gihîşt parlamentê yekser kete rojevê û bi dengê 173 parlamenteran hate erêkirin.

PÊŞNIYARÊN DYA

Li gel nîqaşên li ser nerazîbûna vê biryarê, McGûrk û heyeta pêr re ku li Hewlêrê bi Serokwezîrê herêmê Nêçirvan Barzanî re rûniştin, debasî Duhokê bûn û bi Mesûd Barzanî re rûniştin. Hevdîtinê 3 saet û nîvan dewam kir. Hat ragihandin, ku di vê hevdîtinê de Barzanî alternatîfa referandûmê xwestiye û heyetê jî alternatîf pêşkêş kiriye.

Tê gotin, ku McGûrk pêşniyar kiriye ku "Bexda di mijara çareserkirina pirsgirêkên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re gavê biaveje", "DYA, Fransa, Îngilîstan û hikumeta navendî ya Bexdayê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên bi herêma Kurdistanê re heyetekê ava bikin" û "Parlament biryara taloqkirina referandûmê bide".

BARZANÎ BAR AVÊT SER MILÊ PARLAMENTÊ

Barzanî ji heyeta bi serokatiya McGûrk re got, "Biryara taloqkirina referandûmê ne tenê ya min e, biryareke ku divê bi lîderên din ên partiyên siyasî yên li Kurdistane were dayin. Piştî hevdîtinên xwe yên bi partiyên din re em ê biryara xwe ragihînin". Bi vê yekê re hem sînyal da ku dikare ji biryarê vegere, hem jî bar avêt ser pişta Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku tê payin îro vebe. Di dema girtina biryara referandûmê de PDK û Barzanî dihatin rexnekirin û ji wan re dihate gotin, "girtina biryara referandûmê meseleyeke ku hemû neteweyê eleqedar dike, lewma divê parlment vê biryarê bide." Barzanî û PDK jî ji bo van rexneyan ev biryar dabûn, "Biryara referandûmê bêyî vekirina parlamentê jî dikare were dayin."

GELO PARLAMENT WÊ JI BO BETALKIRINA REFERANDÛMÊ VEBE?

Wekî din, Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku 12'ê Cotmeha 2015'an ji aliyê PDK'ê ve hate girtin, çend roj berê di encama hevdîtinên navbera PDK, Tevgera Goran û YNK'ê de dihate gotin ku wê duh bihata vekirin. Lê piştre hate ragihandin ku wê îro saet di 19:00 de bê vekirin. Eger pêşnûmeya ku McGûrk pêşkêş kiriye were qebûlkirin, wê parlamenta ku PDK'ê ji bo girtina biryara referandûmê venekiribû, ji bo taloqkirin ya jî betalkirina referandûmê bê vekirin.

MCGÛRK: EM Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRIYÊ NEDIN

McGûrk jî, ku piştî hevdîtina bi Barzanî re li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist, bi rengekî vekirî got ku DYA li dijî referandûmê ye. Di civîna çapemeniyê de McGûrk got, "Di serê de referandûm em li ser gelek mijaran bi Birêz Barzanî re axivîn. Me jê re dubare kir ku DYA û civaka navneteweyî piştgiriyê nade referandûmê." McGûrk wiha dewam kir: "Em jî zanin ku biryar ne tenê di destê Birêz Barzanî de ye. Em naxwazin kaos rû bide. Divê em giraniyê bidin ser şerê dijî DAIŞ'ê. Referandûm mijareke ku pêwendiya xwe bi rewatiya navneteweyî re heye. Lê belê ti hêzeke navneteweyî piştgiriyê nade vê referandûmê. Ev jî rewşeke bi fikar e. Serok Barzanî alternatîf ji me xwest. Me jî, bi hevkariya Îngilîstan, Fransa û NY alternatîfa xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin."

BARZANÎ: EM DIKARIN TALOQ BIKIN

Barzanî jî piştî hevdîtina li Duhokê beşdarî çalakiya referandûmê ya li Zaxoyê bû û li vê derê besiva xwe da. Barzanî got, "Di berdêla alternatîfeke baştir de em dikarin li ser taloqkirina referandûmê bifikirin. Me ji wan re got, ancax alternatîfeke baştir pêşkêş bikin, em hingî dikarin li taloqkirina referandûmê bifikirin." Barzanî bi vî rengî "qerta referandûmê" di destê xwe de hişt û wiha dewam kir: "Biryara referandûmê biryara şexsekî ya jî çend partiyan nîne. Biryara gelê Kurdistanê ye. Aliyên siyasî yên li Kurdistanê roja 7'ê Hezîranê bi merdî ev biryar da. Hûnê jî 25'ê Îlonê biçin referandûmê û dengê xwe bidin."

WÊ STRATEJIYA NÛ YA PDK'Ê ÇI BE?

Tenê çend roj man ji 25'ê Îlonê dema ku ji bo referandûmê hatiye diyarkirin. Bi nêzîkbûna vê rojê re li pey hev bûyer diqeiwmin. Şîroveyên "Dibe ku referandûm bê taloqkirin ya jî betalkirin" li Başûrê Kurdistanê tên kirin. Lê belê çavdêrên siyasî dibêjin, Barzanî ji bo partiya wî zerarê nebîne hewl dide biryara taloqkirin an jî betalkirina referandûmê bi parlamentê bide girtin. Bi vî rengî dixwaze ji raya giştî re bêje, "me hewl da ya dikeve ser milê xwe bi cih bînin, partiyên din destek nedan."