Ji ber ku Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak nehatin berdan HDP û DBP’yî li ber Edliyaya Meletiyê daxuyanî dan.
Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan got, ‘AKP her çendî hewl dide ku xebatên partiya me bê qanûnî û bê hikm nîşan bide jî li Tirkiyê heta ku aştiya civakî pêk were wê berxwedana me ya demokratîk bidome.’’
‘LI HUNDUR JÎ BIN AZAD IN’
Wekîla HDP’ê ya Edene Meral Daniş Beştaş got bi biryara îro sîstema hiqûqê ya Tirkiyê hilweşiyaye û got, ‘’Ên ku niha girtî ne vîna bi milyonan kes in. Ê girtî gelên Tirkiyê ne. Em vê teqez weke pêvajoyeke hiqûqê nabînin. Tirkiye ji kendalekî werdibe. Desthilatdarî Rewşa Awarte û BHQ’an ji bo berjewenidya xwe bi kar tîne. Gultan û Sebahat her çendî girtî bin jî ji yên ku ev biryar dane zêdetir azad in.’’