Parlamenta Iraqê parlamenteriya wekîlên Kurd rawestand

Parlamenta Iraqê, îro bi civîneke taybet parlamenteriya wekîlên Kurd ên li Iraqê rawestand.

Parlamenta Iraqê îro bi rengekî asayî li hev civiya. Parlementerên Tevgera Goran, Komela Îslamî û beşek ji parlamenterên YNK'ê ji bo beşdarî rûniştinê bibin çûn Bexdayê. Lê belê ji ber helwesta Iraqê ya li hember referandûma Başûrê Kurdistanê parlementer ji salona meclîsê vegeriyan û tevlî rûniştinê nebûn.

Hevpeymana Niştimanî ya Iraqê di vê der barê de daxuyaniyeke fermî belav kir û ragihand, ku ji bo nirxandina rewşa parlamenterên Kurd ew bi serokê Parlamentê Selîm Cibûrî re rûniştine û biryarên girîng di vê civînê de derketine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku li gorî yek ji van biryaran, her parlamentereke/î Kurd ê bixwaze beşdarî rûniştina parlamentê bibin, wê li dijî referandûma başûr bên dîtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku wê lîsteyek ji parlamenterên alîgirên referandûmê ne û di helwesta xwe de zelal in bê derxistin, radestî dadgehê were kirin û ji dadgehê were xwestin ku parlamenteriya wan bê betalkirin.

Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta dadgeh û qanûn biryara dawî bide, wekîltiya parlamenterên Kurd were rawestandin.