Ozsoy: Zexta li ser referandûman ne çareserî ye
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Hişyar Ozsoy nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikumetan ên li dijî referandûmê da û bal kişand ser vî tiştî ku hikumetên navendî krîzên navxweyî dikin tiştekî navneteweyî.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Hişyar Ozsoy nerazîbûn nîşanî pêkanînên hikumetan ên li dijî referandûmê da û bal kişand ser vî tiştî ku hikumetên navendî krîzên navxweyî dikin tiştekî navneteweyî.
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlementerê Çewlikê Hişyar Ozsoy têkildarî referandûmên demên dawîn îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Ozsoy got, "Li welatên wekî Tirkiye, Iraq, Îran, Qibris, Spanya û Tirkiyeyê yên ku gelek civak û ol lê dijîn heke wekhevî û edalet tune be, wê krîz pêk werin."
NERAZÎBÛNA LI DIJÎ HIKUMETÊN NAVENDÎ
Ozsoy di daxuyaniyê de hat gotin, "Yek ji mafên sereke mafê diyarkirina qedera xwe ye. Dema ku desthilatdariyên navendî bikaranîna vî mafê referandûmê asteng bike, ev tişt xizmetê ji çareseriya demokratîk û aştiyane re nake.
Hikumetên navendî awantajên xwe yên dîplomatîk li dijî nasnameyên cihê yên li welatê xwe bikin amûra pêkutiyê, ev tişt krîzên navxweyî dike tiştekî navneteweyî.
Mînakeke vî tiştî jî bûyerên li Katalonyayê ye. Mafê referandûmê yê parlementoya Katalonyayê ji aliyê hikumeta Îspanyayê nehatiye naskirin û ev tişt bûye krîzek.
Di vê mînakê de hikumetên Yekîtiya Ewropayê bin ketine. Di referandûma Îskoçyayê de jî ji ber mudaxeleya saziyên YE’yê encameke bi nîqaş derketibû holê.
Mînakeke din, referandûma li Başûrê Kurdistanê ye. Ev jî ligel pêkutiyên derveyî û navxweyî bi ser ketiye. Lê hikumeta Iraqê diyar kir ku ev referandûm ne meşrû ye û berê xwe daye polîtîkaya ambargo û ablûkayê."
'DIVÊ BI MUZAKEREYAN WERE ÇARESERKIRIN'
Ozsoy di dawiya daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:
"Ji bo ku krîzên siyasî kûr nebin, li ser navê pêşxistina çareseriyên demokratîk û aştiyane divê welatên YE’yê û civakên navneteweyî mafê gel û nasnameyên cihê biparêze. Divê saziyên navneteweyî di vî warî de gavan biavêje û bi rêya diyalog û muzakereyê çareser bikin."