Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li tevahiya civaka Êzidî kir ku xwedî li projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê derkevin û bi vê armancê yekîtiya xwe ava bikin.
Di daxuyaniya NAV-YEK'ê de hat gotin, "Di van rojên dawî de, bi destketin û serketinên ji hêla tekoşina azadiya gelê me civaka êzdixanê ve li Şengalê pêk hatine, bi Nexşerêya Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate tacîdarkirin. Her çendîn li Şengalê û Rojavayê Kurdisanê dijmin û hevkarên wan hewl dan, xwestin nirxê têkoşerên azadiya gelê me afirandine têk bibin, bi ser neketin. Niha jî li ser wan nirxê pîroz ên civak û gelê me, dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Ev cihê serbilindî û şanaziyê ye."
NAV-YEK'ê ragihand, ku îro li çar parçeyên Kurdistanê bi kelecan û lehengiyek emezin li hemberî dagikeran û peymanên di navbera her çar dewletên dagirker de berxwedaneke mezin heye û wiha dewam kir:
"Li berbanga vê dema girîng, pêwîste civaka êzdixanê li dervayî welat, êdî bêdeng û xemsar nemîne. Nirx û serketinê li Şengalê hatine bi dest xistin, bûne malê civakê, bûne pîrozî, bûne sitûna avakirina avahiyê û parastina êzdixanê. Lewma em dibêjin li hember helandina êzdiyan û bê tifaqkirina di nava sistemê de, dema xwe bi rêxistin kirinê ye, li ola xwe, li çanda xwe li xweserî û yekitiya xwe xwedî derketinê ye."
NAV-YEK'ê destnîşan kir, ku pêwîste civaka Êzidî ya li derveyî welat, bi ruhê berxwedêr, bi ruhê têkoşer û şoreşgerî tevbigerin û li Xweseriya Şengalê xwedî derkevin û got, "Di heman demê de, em li YJŞ û YBŞ ê xwedû derkevin û tevlibûnê xurt bikin. Hûn zanin bêyî şervanên azadiyê û parastina civaka me û gelê me, ji xwînmij û dagirkeran, ji hezar salan ve nekaribû bihata kirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan, van nirx û destketynên pûroz, di nava pergala xweseriya demokratîk a Şengalê de diparêzin û ew ê bi xurtî tevlî bibin û dibin.
NAV-YEK'ê got, "Em dibêjin, îro li Şengalê dema xwebûnê ye, dema xwebirêvebirina Êzdîxanê ye, bingehên xweseriya demokratîk hatine avakirin" û wiha dewam kir: "Bi vê raman û hizrê banga me li hemû xebatkarên mal û komelên êzdiyan hene, li ser nirxê şehidên berxwedana Şengalê, bi ruhê seferberî tevlî xebata Xweseriya Şengalê bibin. Qampanyeke birêxistin kirina civaka xwe û diplomasiya gelê xwe em pêk bînin. Bila were zanîn ku, civaka bê rêxistin pergala wê belawele ye. Pêwîste berî her kesî civaka me ya li Ewropayê û Rûsyayê ye, divê li ser bingeha Nexşerêya Xweseriya Demokratîk were rêxistinkirin, divê em bibin xwediyê vîna xweser û jiyana azad û wekhev.
Em bang li hemû mal û komelên bi navê êzdiyan tevdigerin dikin. Berî avakirina kongereyeke êzdiyên cihanê, girîng e em civaka êzdiyan, di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin. Bi hezar salane, em civaka êzdiya di bin nîrê dewletên dagirker de dijîn. Hê jî hinek êzdî, ewlehiya xwe li bende dewleta an jî hêzên serdest dihêlin. Ev yek, ev hiş û mejî, ji dîroka zaliman tê, lewma ne di xizmeta rastî û azadiya civaka me de ye. Projeya xweseriya demokratîk, ji bo azadî û demokrasiya gelê me ye."