Li Parîs û Mannheîmê tecrîd hate protestokirin

Li patext Parîs a Fransa û bajarê Mannheîm a Elmanyayê tecrîda girankirî ya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin hate protestokirin.

PARÎS

Li paytext Parîs a Fransayê Kurdistanî ji bo balê bikişînina ser tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan û azadiya wî çalakiyek lidar xistin.

Çalakî di pêşentiya Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Frasa (CDK-F) ve li pêşiya Kuleya Eîfel pêk hat, saziyên Parîs û derdorî wê û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.

Di çalakiya li pêşiya Kuleya Eîfelê hate lidarxistin de, Kurdistaniyên ku bi tîpên mezin “Ji Ocalan re azadî” nivîsandin, wêneyên Ocalan hildan.

Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Tikildarî rewşa Rêbertiya me ya di girtîgeha Îmraliyê û asta tecrîdê de ti agahiyê me nîne. Tenduristiya Rêbertiya me xeta me ya sor e. Heta ku Rêber Apo azad bibe wê çalakiyê me dewam bikin.”

Çalakiya ku Fransayî û turîstan eleqeyek mezin nîşan kir, bi sedan belavokên ku asta tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” û “ Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Rojahî-Bêrîvan, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya standê lidar xistin.

Standa li pêşiya HBF Mannheîmê hate vedan, axaftin hatin kirin û belavok hatin belavkirin.

Di çalakiya peyama Navenda Civaka Kurd hate xwendin de, parlementera Dîe Lînke Mannheîm Gokay Akbûlût beşdar bû û axaftin kir.

Çalakî bi dirûşmên “Jin,jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.