Li Darmstadt’ê  şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Darmnstadt yê Elmanyayê ji bo şehîdên Kurdistanê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Darmstadt a Elmanyayê ji bo şehîdên Kurdistanê çalakiya bibîranînê li dar xist.

Piştî deqîqeyekê rêzgirtin ji bo bîranînên şehîdên Kurdistan û şoreşê, nûnerê NAV-DEM’ê yê herêma Darmstadt’ê Edîp Kaya axivî û wiha got; “Têvlîbûna zêde ya ji bo aktivîtiyên bibîranîna şehîdan, tê wateya xwedîderketina li şehîdan û wesiyeta ku ji me re hiştine. Li her çar parçeyên Kurdistanê em şehîdên xwe ji bîr nakin, çalakî û aktivîteyên ku em li dar bixin wê di şexsê wan de bidomînin.”

 Di aktivîteyê de Parlamentera Wanê ya HDP’yî Tûga Hezer jî axivî.

Piştî axaftina Hezer, Hozan Comert derket ser dikê.