Dadgeriya Tirk dixwaze 24 sal ceza bide Serkan û Ozkan

Der barê Serkan û Ozkan Erdogan de, ku 2 meh in li Mersînê girtî ne, bi hinceta kovar û pirtûkan doz hate vekirin. Dozgeriya Tirk di gilînameya xwe de xwest li her yekî ji wan 12 sal cezayê girtîgehê bê birîn.

Xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Serkan û Ozkan Erdogan, 28-29'ê Tîrmehê hatibûn girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mersînê der barê wan de gilîname amade kir. Ev gilîname jî ji aliyê 8. Dadgeha Cezayê Giran a Mersînê ve hate qebûlkirin û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "kirina propaganda rêxistinê" doz hate vekirin.

Dozgeriya Tirk, di gilînameyê de ku ji 19 rûpelan pêk tê, bi 16 rûpelan qala sazkirina PKK û KCK'ê kiriye. Di gilînameye de der barê Ozkan Erdogan de, ku di berîka wî de wêneyê hevalê wî zarokatiyê yê li nava refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da hat dîtin, weke delîlê sûc hat nîşandan. Pirtûkên li mala wan hat dîtin jî weke "propanda PKK'ê kirine" li gilînameyê hate nivîsandin. Her wiha di gilînameyê de tê gotin ku Ozkan û Serkan Erdogan li ser navê rêxistinê xebitîne û propaganda kirine. 
 
Dozger pirtûk, kovar û hin parvekirinên medya civakî wek delîlê sûc nîşan da û xwest ku Serkan û Ozkan Erdogan bi îdîaya "Endamê rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" li her yekî 12 sal cezayê girtîgehê bê birîn.

Rûniştina doza her du rojnamevanan wê 25'ê Çileya 2018'an li Dadgeha Cezayê Giran a 8'emîn a Mersînê pêk were.

Ozkan Erdogan di 28'ê Tîrmehê de û Serkan Erdogan jî di 29'ê Tîrmehê de hatibûn girtin.