'Jin wê dest ji destketiyên xwe bernedin'
Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' Gulsum Kav û aktîvîsta 'Koma Pêşîgirtina Lezgînî ya li dijî kuştina Jinê' Ferîde Eralp gotin, li dijî mafên jinan êrîşeke topyekûn heye.
Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' Gulsum Kav û aktîvîsta 'Koma Pêşîgirtina Lezgînî ya li dijî kuştina Jinê' Ferîde Eralp gotin, li dijî mafên jinan êrîşeke topyekûn heye.
Rêxistinên jinan xwe kar dikin, ku li dijî qanûnên desthilatdariya AKP/Erdogan li dijî jinê derxistine, dakevin kolanan. Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' Gulsum Kav û aktîvîsta 'Koma Pêşîgirtina Lezgînî ya li dijî kuştina Jinê' Ferîde Eralp rapora Konseya Ewropayê ya li ser binpêkirina mafên jinan ên li Tirkiyeyê, ji ANF'ê re nirxandin.
'ŞÎDETA LI DIJÎ JINÊ LI QADA CEMAWERIYÊ BELAV BÛ'
Nûnera Giştî ya Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinê bigirin' Gulsum Kav got, piştî ku li Tirkiyeyê Rewşa Awarte hate ragihandin, asta şîdetê jî bilind bû. Kav anî ziman, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, bi navê têkoşîna li dijî darbeyê mafên mirovan hatin binpêkirin û şîdeteke mezin rû da. Kav diyar kir, vê şîdeta giştî rê li ber zêdebûna kuştina jinê û wehşîbûna rêbazên kuştinê vekir. Kav bi bîr xist, dest li kincên ku jin li xwe dikin jî tê werdan û anî ziman, ku bi bahaneya kincan hema hema her roj li jinên ciwan tê xistin. Kav destnîşa kir, ku şîdeta hevser, bav, kek a li jinan tê kirin, bi ragihandina Rewşa Awarte re li qada cemaweriyê jî belav bûye û got, "Li otobusan, di rê de, mêrên ku qet nas nake, li jinên ciwan dixin. Cixareyê di bedena wan de vedimirînin. Bi kulm û pihînan li rûyê wan dixin. Weke çareserî jî, bi pêkanîna 'otobusa pembe' hewl didin jinan ji civakê tecrîd bikin."
'ÊRÎŞEKE BERFIREH LI MAFÊN MEDENÎ YÊN JINAN TÊ KIRIN'
Kav da zanîn, ku mîna di rapora HDP'ê de jî hatiye destnîşankirin, bi biryarnameyên di hukmê qanûnî de bi hezaran jin bê kar hatine hiştin, mehkûmî nava malê hatine hiştin û got, "Li Tirkiyeyê ji xwe tevlîbûna jinan li nava kar û qada cemaweriyê pirsgirêk bû. Bi biryarnameyan re jinê dixebitîn jî êdî bê kar hatin hiştin." Kav diyar kir, li mafên medenî û hemdem ên jinan êrîşeke berfireh tê kirin û erka zewicandinê ya ji miftî re hatiye dayin weke mînakek ji vê rêveçûna xetere nîşan da.
'TI DESTHILATDARÎ NIKARE DESTKETIYAN JI HOLÊ RAKE'
Kav, rapora ji aliyê Parlamentera HDP'yî Fîlîz Kerestecîoglû ve hate amadekirin jî rexne kir ku cih nedaye têkoşîna jinan û got, "Eger di raporê de ev jî hebûya, wê girîng bûya." Kav ragihand, li dijî qanûnên ku mafên jinan ji nedîtî ve tên, wê îro li qadan bin û destnîşan kir, ku destketiyên bi têkoşîna mezin a jinan hatine afirandin, ti desthilatdarî nikare tine bike. Kav got, "Em ê ti carî dest ji mafên xwe bernedin. Em bi biryar in ku mafên xwe yên hatine bidestxistin, teslîm nekin."
'ŞÎDETA ŞER JÎ BÛ BARÊ JINAN'
Aktîvîsta 'Koma Pêşîgirtina Lezgînî ya li dijî kuştina Jinê' Ferîde Eralp da xuyakirin, bi rejîma Rewşa Awarte re rêbazên şer li hemû qadên jiyanê belav bûne û herî zêde jinan ji vê yekê zerar dîtine.
Eralp got, "Barê şîdeta şer jî kete ser milê jinan" û anî ziman, ku bedena jinê veguherandine qada şer, jiyana wan hatiye astengkirin, bê kar hatine hiştin û hewl hatiye dayin ku li malê bên hiştin. Eralp ragihand, di dema Rewşa Awarte de şîdeta li dijî jinê derketiya asta herî bilind û diyar kir, bi girtina sazî û komeleyên jinan re, cihekî ku jin li dijî şîdetê serî lê bide, nehatiye hiştin.
'EM Ê DAKEVIN KOLANAN'
Eralp bi bîr xist, ku dorpêçî, hilweşandin, koçberiya bi zorê û qayûmên mêr ên li şaredariyan hatin bicihkirin, herî zêde tehde li jinan kirine û got, "Em di pêvajoyeke welê de ne, ku şer û şîdet bandorê li tevahiya jiyana me dike. Bi qanûnên tên derxistin re êrîşî mafê me yên hedem, ku di encama têkoşîneke mezin de bi dest xistin, tê kirin. Em bê kar tên hiştin. Dest li kincên me jî werdidin."
Eralp destnîşan kir, ku wê îro li dijî qanûnên dijminê jinê, dakevin qadan û ti carî dest ji mafên xwe yên bi dest xistî bernedin.