Parêzerên Demîrtaş: Dadgeh tengijiye!
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser bêhiqûqiyê.
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser bêhiqûqiyê.
Parêzeran diyar kirin ku Demîrtaş ji aliyê dadgeheke rayeyên taybet tê darizandin. Parêzeran ragihandin ku 108 roj in Demîrtaş di girtîgehê de ye.
Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê darizandina Demîrtaş de li Odela DÎES'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman, Cîgirê Serokê Baroya Amedê Sertaç Bûlûttekîn, Prz. Aygul Demîrtaş û Hevserokê HDP'ê yê Amedê prz. Cabbar Leygara tev li civînê bûn.
Prz. Mahsunî Karaman, diyar kir ku Demîrtaş li dadgeha bi rayeya taybet tê darizandin. Karaman, anî ziman ku Selahattîn Demîrtaş, di 4'ê Mijdara 2016'an de bi operasyonekê hat binçavkirin û girtin û wiha got: "Bi fermana Wezîrê Dadê Demîrtaş birin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku herî zêde dûrî warê wî ye. Girtîgehen Tîpa F ên Ewlehiya wan bilind, ne cihê girtiyên ku hêj tên darizandin e. Cihê ku hikum xwarine lê tên girtin. Li vir pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê û rûmetê dişkînin zêde ye."
’32 DOZ’
Prz. Karaman, anî ziman ku der barê muwekilê wî Demîrtaş de yek jê bi şertê girtî û 31 jî bi şerdê darizandina serbest 32 doz hatine vekirin û wiha got: "Hin dosyayên dozan kirine yek û niha der barê wî de 21 doz li bajaren cuda tên dîtin. Lê mafê Demîrtaş ê parastinê ji destê wî hatiye girtin û dixwazin bi SEGBÎS'ê tev li hemû dozan bibe. Rûniştina doza Demîrtaş heta niha li Enqere, Amed, Şirnexê hatiye dîtin, lê Demîrtaş beşdarî yekê ji nebûye. Dosyaya li Amedê bi sedema ewlehiyê sewqî Enqereyê kirine. Dadgeha Enqereyê jî bi sedema ewlehiyê Demîrtaş nîne dadgehê. Hinceta "Ewlehiyê" ji serî heta binî bi keyfî ye. Dîsa sînorê SEGBÎS'ê bi biryara KHK'ayan hatiye fireh kirin û ferz dikin ku Demîrtaş bi riya SEGBÎS'ê beşdarî dozê bibin. Bi yekê mafê parastinê ji destê girtiyan tê girtin. Tu aliyê SEGBÎS'an ê hiqûqê tune ye. Redkirina muwekîlê min a SEGBÎS'ê wekî mafê bêdengîyê dihesibînin. Tu aliyê vê yekê yê hiqûqî û zagonî tune ye.
Em aşkere dibêjin Birez Demirtaş, heta niha bi tu awayî mafê xwe yê bêdengiyê nexebitandiye. Di her rûniştinê de xwestiye li salona dadgehê amade bibe û parastina xwe li wir bike.
Herî dawî em dixwazin muwekilê me di roja rûniştina 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de amade bibe û karibe mafê xwe yê parastinê biparêze."
LEYGARA: DIXWAZIN RÛMETA GELÊ KURD BIŞKÎNIN
Piştî daxuyaniyê Hevserokê Rêxistina HDP’a Amed Cabbar Leygara axivî û got: “Vîna 6 mîlyon mirov rehîn hatiye girtin. Kelepçekirina Demîrtaş kelepçekirina rûmeta gelê kurd e. Dixwazin rûmeta gelê Kurd bişkênin. Bi girtin û darizandina Demîrtaş re jî tê dîtin ku daraz û hiqûq li Tirkiyeyê nemaye. Ev daraz ji bo Tirkan jî zerar e. Divê ku ev daraz wek deqek reş nemîne. Divê demildest Demîrtaş serbest bê berdan û di nav gel de be.”
KARAMAN:AMADEKARIYA RÛNIŞTINÊ TÊ KIRIN
Karaman bersiv da pirsên rojnamegeran û li ser pirsa çalakiyên 6, 7 û 8’ê Cotmehê û doza Yasîn Boru ev tişt got: “Têkildarî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê nûçeyan çênekin heke hûn nûçeyan çêbikin dê li dijî heqîqetê bê çêkirin. Anîna Demîrtaş û çalakiyên Kobanê ba hev li dijî hiqûqê ye. Bi israr û darê zorê dosyeyê dibin Enqereyê û bi doza Yasîn Boru re dikin yek. Biryar hatiye dayîn ku wê bi doza Yasin Boru re nekin yek. Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê amadekariyên rûniştina dozê dike. Dibe ku Demîrtaş ji aliyê dadgehek taybet ve nayê darizandin lê Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê ji du heyetan pêk tê. Heyeta duyemîn ji ekîbek taybet pêk tê. Demîrtaş li vê dadgehê tê darizandin.”
Karaman herî dawî destnîşan kir ku heke mesrafên anîna Demîrtaş a dozan zêde dibe pirsgirêk ew amade ne ku wan mesrafan razînin û Demîrtaş yekser jî dixwaze li rûniştinên dozan amade be.