Polîsê ku ji wekîlê HDP'yî re gotibû 'dewlet ez im', bû qeyûm

Midûrê Emniyeta li Erdîşê Mûrat Hoş, ji bo alîkariya qeyûmê Şaredariya Erdîşê-Qeymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar hate tayînkirin. Hoş bi têra xwe sûc li dijî gel kiriye.

Hoş, bi kişandina çekan a li gel, bi barebara wî ya li ser wekîlê hDP'yî Adem Geverî ku jê re gotibû 'Destnedana min heye, ez dewlet im' û bi êrîşkariya li dijî rojnamevanan tê naskirin.

Alîkarê Midûrê Emniyeta li Wanê Mûrat Hoş, ji bo qeyûmû navçeya Erdîşê-qeymeqam Mehmet Şîrîn Yaşar hate tayînkirin û li şaredariyê bû yekane kesê xwedî erk. Hoş ku bi helwesta xwe ya êrîşkar a li dijî çalakiyên li navçeyê tê nasikrin, li şûna alîkarê berê yê qeyûm Cûma Şahîn hate bicihkirin. Hoş ku berê Midûrê Emniyeta Tirk a li Erdîşê bû, helwesta wî ya di dema bûyerên civakî de nîşan dida, ji hişê civakê dernakeve. Di dema çalakiya şermezarkirina komkujiya Pirsûsê de destê xwe bir debanceya xwe û nîşanî gel da, bi gotina 'Ez dewlet im' bi ser wekîlê HDP'yî Adem Geverî kire barebar, di meha Nîsana 2016'an de ji ber ku gule li gel reşand giliyê wî hate kirin û di nûçeyekê de têkildarî nûçegihanên JINHA'yê got, 'JINHA saziyeke qanûnî nîne' û bi vî rengî pêşî nûçegihaniya wê girtibû. Di berdêla van hemûyan de xelat ji Mûrat Hoş re hate dayin û dewleta Tirk ew kir qeyûm. Niha tê meraqkirin, bê Hoş wê ji niha û pê ve çi bike.

Bûyerên ku Mûrat Hoş kirine û heta niha di çapemeniyê de hatine weşandin ev in:

BI DEBANCEYÊ GEF LI GEL XWAR

Di Tîrmeha 2015'an de bi armanca şermezarkirina Komkujiya Pirsûsê, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di dema daxuyaniyê de Midûrê Emniyeta Tirk a li Erdîşê Mûrat Hoş timî destê xwe dibir ser debanceya xwe û bi vî rengî hewl dida çavê gel bitirsîne.

'EZ DEWLET IM, DESTNEDANA MIN HEYE'

15'ê Sibata 2016'an, tecrîd bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Bi fermana Mûrat Hoş, polîsan êrîşî vê protestoyê kirin. Midûrê Tirk ê Emniyetê Mûrat Hoş bêyî ku hişyariyekê bide, yekser gule li gel reşand. li ser ve yekê Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Adem Geverî nerazîbûn nîşan da. Hoş jî bi ser Geverî kire barebar û jê re got, "Ez dewlet im, destnedana min heye."

ÊŞKENCE LI MALBATAN KIR

Li navçeya Erdîş a Wanê, roja 15'ê Nîsana 2016'an di serdegirtina malan de 18 kes hatin binçavkirin. Malbatan qala serdegirtinê kirin û anîn ziman, ku polîs û leşkerên serê sibehê deriyên malan şikandin, nehiştin ku jin kincê xwe li xwe bikin û heqaretên giran li wan kirin. Bavê Mûrat Îş, Tarhan Îş û Îzzet Îş ên hatin binçavkirin Şefîk Îş diyar kir, ku gelek polîs û leşkerên rûyê wan bi maske girtî ketin mala wan û got, "Mîna heramiyan avêtin ser mala me. Neviye min ê du salî ji ber vê serdegirtinê kete krîzê, niha li nexweşxaneyê ye." Malbatan ragihandin, ku piştî zarokên wan hatin binçavkirin, ew li ber Edliyeya Erdîşê li hev civiyane, lê li vir jî polîsan êrîşî wan kirin, heqaret li wan kirine û gotin, ku wan giliyê Midûrê Emniyetê yê Erdîşê Mûrat Hoş kirine.

JINHA KIR HEDEF

Ji bo şopandina rûniştina doza Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn û siyasetmedarên Kurd, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) çû Edliyeya Erdîşê. Lê belê Midûrê Emniyeta Tirk a li Erdîşê Mûrat Hoş bi îdîaya ku "Jinha saziyeke qanûnî nîne" nehişt nûçegihana wê bikeve salona rûniştinê.

HEQARET LI ROJNAMEVANAN KIR

Li navçeya Erdîş a Wanê, di Tîrmeha 2015'an de TIR'eke ku plaqeya wê nehate zanîn û nehat diyarkirin bê di hundir de çi heye, ji aliyê kes an jî kesan ve li ser rêya Nato ya li taxa Yeşîlovayê hate sekinandin. Piştre kevir lê hate barandin û hate şewitandin. Bi destwerdana mirovên li derdorê re, TIR bêyî ku bi temamî bişewite, şewat hate vemirandin. Rojnamevanên ku çûn cihê bûyerê, bûn hedefa heqaretên Midûrê Emniyeta Tirk a li Erdîşê Mûrat Hoş. Hoş nehişt ku rojnamevan dîmen û wêneyên TIR'ê bikişînin û bi taybetî hewl da ku rojnamevanan nêzî TIR'ê neke.