HDP’ê li pêşiya Girtîgeha Edîrneyê dest bi sala nû ya qanûnçêkirinê kir

Koma Meclîsê ya HDP’ê di 1’ê Cotmehê de ya ku sala nû ya qanûnçêkirinê tê destpêkirin, ji dêvila Meclîsê çûn pêşiya Girtîgeha Edîrneyê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tê de girtî ye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay bal kişand ser dîlgirtina parlementeran û got, “Serokê me yê komê di Girtîgeha Edîrneyê de dîl hatiye girtin, ji ber vê em jî hatin pêşiya girtîgehê. Ji bo ku em diyar bikin ku meclîsa ku 10 parlementerên wê girtî ne, em qebûl nakin, em hatin vê derê.

Gelên Tirkiyeyê di 7’ê Hezîranê de kete serdemeke rengîn a hilbijartinê. Partiya me bendên hilbijartinê hilweşand. Lê desthilatdariya Erdoga xwest vê rewşê tasfiye bike. Ligel ku di 1’ê Sermawezê de em ketin hilbijartinê jî gelê me soza derbaskirina bendê jî dan me.

Li parlementoyê rêzikname tên guherandin, her roj KHK tên daxuyandin û parlemento ji demokrasiyê dûr dikeve. Em parçeyekî têkoşîna demokrasiyê ne. Parlementer û hevserokên me jî ji bo ku parçeyekî vê têkoşîna demokrasiyê ne û ji ber vê jî hatine girtin. Em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin.

Serokê Giştî yê AKP’ê ji Selahattîn Demîrtaş ditirse,bila bitirse. Ev têkoşîna me ew ê bi ser bikeve. Ev têkoşîn a aştî, biratî û azadiyê ye. Têkoşîna jinan e û ya kedê ye.”