Baysal: Roj li Tirkiyeyê tarî dibe
Rojnamevan-nivîskar Nûrcan Baysal, li konferanseke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û got, Tirkiye ber bi tarîtiyê ve tê dehfdan.
Rojnamevan-nivîskar Nûrcan Baysal, li konferanseke li paytexta Swêd Stockholmê axivî û got, Tirkiye ber bi tarîtiyê ve tê dehfdan.
Rojnamevan-nivîskar Nûrcan Baysal bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan; zext, êrîş û komkujiyên di nava du salên dawî de hatin kirin.
Konferans li salona Kafe Marx a li paytexta Swêd Stockholmê pêk hat. Baysal girtina 82 hevşaredaran, girtina saziyên jinan, çandê û hunerê yên piştî ragihandina Rewşa Awarte bi bîr xist û got, "Derketina derve jî êdî ne li navenda bajaran, lê li gund û herêmên çiyayî tê ragihandin. Niha gelek herêm weke 'herêma ewlekariyê' hatine ragihandin."
SÎHA'YAN SIVÎL KUŞTIN
Baysal diyar kir, balafirên bê mirov ên bi çek (SÎHA) gelekî tên bikaranîn û got, "SÎHA'yan li Colemêrgê mirovên sivîl kuştin. Ji ber bomberdûmanê şewateke mezin bi daristanan ket. Bi taybetî daristanên Dersim û Şirnexê havînê şewitîn."
QEDEXEYA BÊ DAWÎ YA LI SÛRÊ
Baysal ragihand, ku li Sûr a lê ji dayik bûye û mezin bûye, qedexeya derketina derve ku 2'ê Kanûna 2015'an hate ragihandin, hê li 6 taxan dewam dike û ev qedexe bi 650 rojên xwe bûye qedexeya herî demdirêj a derketina derve ya li gelemperiya cîhanê.
Nûrcan Baysal têkildarî hilweşandina li Sûrê hatiye kirin got, "Ev 6 taxên qedexekirî bi temamî hatin hilweşandin, bi erdê re kirin yek û bûye erdekî dûz. Tenê cihên dînî hatine hiştin." Baysal anî ziman ku xisar li dêrên li vê derê jî hatiye kirin û diyar kir, ku li taxên navborî 6 qereqol hatine çêkirin.
Li ser polîtîkaya bêmirov hiştina Kurdistanê Baysal got, "Ji bo mirov malên xwe biterikînin av û elektrîk li ser wan hate birîn. Mirovan di nava şert û mercên gelekî giran de demsala havînê derbas kirin. Hê jî li van taxan xanî tên xerakirin. Hikumet xaniyan xera dike û ji mirovên li wir re dibêje, hûn bi ku ve diçin biçin. Ji bo malên xwe vala bikin, zextê li wan dike."
HOVÎTIYA DI SER CENAZEYAN RE TÊ KIRIN
Baysal bi bîr xist, ku zêdeyî 50 malbatan ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin, serî li Şaxê ÎHD'ê yê Amedê dane û got, "Cenazeyên PKK'yiyan li naverastê tên hiştin, radestî malbatên wan nayên kirin. Mizgeft cenazeyan qebûl nakin, naşon, nikarin werin veşartin. Cenazeyan nadin malbatan, lê wêneyên wan di medyaya civakî de diweşînin. Cenazeyek sal û nîvekê li bejahiya Şirnexê li naverastê hate hiştin û radestî malbatê nehate kirin. Vê yekê li hemberî sivîlan jî dikin. Sûcdariya 'terorîst' e ku li sivîlan dikin, ji bo vê zilma xwe binixumînin bi kar tînin. Êrîş li goristanan tê kirin. Bi vî rengî sûc li dijî mirovahiyê tê kirin."
ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ ZÊDE DIBIN
Nûrcan Baysal da xuyakirin, ku li bajarên cuda yên Tirkiyeyê timî êrîşên nîjadperestî li Kurdan tên kirin û destnîşan kir, ku vê yekê ji ber gotinên nîjadperestî, nefret û cihêkarî yên berdevkên desthilatdariyê rû daye. Baysal çend êrîşên nîjadperestî û hewldanên lînçê yên çend mehên dawî mînak nîşan da: "Meha derbasbûyî li Samsûnê, konê karkerên çandiniyê yên Kurd bû hedefa êrîşê û jineke Kurd a karker hate kuştin. Komeke nîjadperest êrîşî gora dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk kir û nehişt ku gor li Enqereyê were veşartin."
WELATÊN ROJAVAYÎ TÊKOŞERÊN DEMOKRASIYÊ BI TENÊ HIŞTIN
Baysal destnîşan kir, ku bi lez û bez roj li Tirkiyeyê tê tarîkirin û anî ziman, welatên rojavayî, têkoşerên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi tenê hiştine. Baysal bang li civak û raya giştî ya navneteweyî kir, ku piştgiriyeke xurt bidin gelê Kurd û hêzên demokrasiyê.