Li Mêrsînê bi hezaran kes berê xwe didin qada mîtîngê
Bi hezaran kes berê xwe didin mîtînga HDP’ê ya Wijdan, Edalet û Demokrasiyê ya li Mêrsînê.
Bi hezaran kes berê xwe didin mîtînga HDP’ê ya Wijdan, Edalet û Demokrasiyê ya li Mêrsînê.
Li Mêrsînê bi hezaran kes berê xwe didin mîtînga HDP’ê ya Wijdan, Edalet û Demokrasiyê.
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay, Serokê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlementera Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû ya ku qeyûm li şûna wê peywirdar kiribûn û bi hezaran kes beşdar bûn.
Li benda kontrolê de polîsan nasnameya hin rojnamevanan xist kamerayê.
Di mîtîngê de Hevseroka Bajêr a HDP’ê Hatîce Şahîn diyar kir ku ew ê aştî û azadiyê bînin.
Piştre jî hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû ya ku qeyûm li şûna wê hatibû peywirdarkirin axivî û got: “Di sala 2014’an de me bi keda gel şaredarî bi dest xist, lê di sala 2016’an de qeyûm peywirdar kirin, şaredariya gel ji destê me stendin. Niha jî Hevşaredarê me Fazil Turk li emniyetê di bin çavan de ye. Her roj şaredariyên me kontrol dikirin lê tu nelirêtî nedîtin. Avahiya şaredariya Akdenîzê tune be jî ez sozê didim ku ez ê li kolanan xizmetê bidim we. Ji ber ku ez bi we re li ser vê rêyê dimeşim, ez serbilind im.”
Mîtîng bi axaftina beşdarên din didome.