Referandûm û rastiyên ku pê re derketine holê

Di nava hefteyekê de, encamên ku referandûm rê li ber veke hêdî hêdî zelal dibe. Encamên ku derketin holê nîşan didin, ku rojên giran li pêşiya Başûrê Kurdistanê ne û yekîtiya neteweyî ji bo Kurdan ferz e.

Di ser referandûma Başûrê Kurdistanê re hefteyeke derbas bû. Di nava vê dema kin de, derkete holê bê referandûm encameke çawa ji bo Kurdan û Kurdistanê, bi taybetî ji bo Başûrê Kurdistanê bi xwe re bîne.

Ambargoya li ser Başûrê Kurdistanê, girtina deriyên sînor, qedexeya seferên balafiran û gefên ku hê jî tên xwarin, nîşan didin ku rojên zor û zehmet li pêşiya Başûrê Kurdistanê ne.

Îranê, deriyê sînor Başmaxe yê navbera Merîwan û Pencewîn, deriyê sînor Pervîzxan ê navbera Kasr-i Şîrîn û Kelarê û deriyê sînor ê navbera Haci Umran û Pîrnaşarê girt. Ji roja destpêkê ya referandûmê û vir ve seferên balafiran jî betal kir. Bi îmzeya 210 ji 290 parlamenteran belavokek hate weşandin. Di vê belavokê de gotina 'Em ê rê nedin ku ti projeyeke Îsraîlê li herêmê bi cih bê' cih girt û bi vî rengî hat nîşandan ku ew referandûmê weke projeya Îsraîlê dibînin. Tevî vê yekê, hefteyek beriya referandûmê Îranê li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dest bi tetbîqata leşkerî kir. Roja referandûmê tetbîqat qediya, lê belê Îranê hêza leşkerî ya tetbîqatê ji herêmê venekişand. Her wiha hîn bêhtir hêzên leşkerî şand Pîranşar, Serdeşt, Bana û Merîwanê. Tevî leşkeran, tank, top, obus, helîkopter û gelek balafirên bê mirov şand. Ev hemû nîşan didin ku Îran amadekariyekê dike.

Tirkiye, rojane heqaretên giran li gelê Başûrê Kurdistanê, Mesûd Barzanî, malbata Barzanî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê dike û gefan dixwe. Li gel vê yekê, tevî Lubnan, Misir, Qatar, Dûbaî  bû welatên destpêkê û qada xwe ya hewayî li Başûrê Kurdistanê girt. Deriyê Sînor ê Xabûrê jî di roja destpkê de bi rengekî yekalî girtibû. Her wiha gaveke dîplomatîk û siyasî jî avêt. Hê ev yek fermî nekiriye. Hişyarî da nûnerê PDK'ê yê Enqereyê û jê re got, "Heta ku em li te negerin, neyê." Bi vî rengî nehişt ku ji Başûrê Kurdistanê vegere Tirkiyeyê.

Iraqê, piştî mohleta 3 rojan seferên navneteweyî yên balafiran ên ber bi Hewlêr û Silêmanî ve qedexe kir. Erka şandina leşkeran ji bo Kerkûkê û hemû herêmên din ên Başûrê Kurdistanê ji aliyê meclîsê ve hate qebûlkirin. Çend roj piştî referandûmê, yekîneyên nû yên leşkerî şand Kerkûkê. Bi biryara dawî re ragihand, ku wê tora ragihandinê û budçeya rêveberiya herêmî bloke bike.

Lîderê Şîa Ayetûllah Alî Sîstanî daxuyaniyeke kurt da û referandûm 'ne meşrû' îlan kir. Sîstanî banga "li destûra bingehîn vegerin" li Kurdan kir. Wateya vê yekê ev e; "Eger hûn li destûra bingehîn venegerin, hingî ji şer re amade bin."

Balkêş e, Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson jî daxuyaniyek nêzî ya Sîstanî da û diyar kir, ku ew referandûmê nas nakin. Tîllerson banga "li destûra bingehîn vegerin" kir. Îsraîl, ku di destpêkê de piştgirî da referandûmê, ji bilî çend rêveberên li qedemeya jêrîn, hê bêdeng e.

Ev wêneyê ku di nava hefteyeke piştî referandûmê de derkete holê, nîşan dide ku xeteriyên mezin li pêşiya gel û Başûrê Kurdistanê ye. Ev yek nîşan dide, ku ambargoyeke giran li ser Başûrê Kurdistanê tê danîn. Hê du roj di ser re derbas nebû, ambargoyê bandora xwe nîşan da. Tevî ku welatê petrolê ye, buhayê benzînê ji xafil ve gihîşt 200 dînarî. Ev yek jî nîşan dide ku wê di rojên pêş de bandorê li xwarinê û madeyên din ên jiyanî bike.

REVA JI WELÊT DEST PÊ KIR

Li Başûrê Kurdistanê, mirovên ji gelek welatên cuda ji ber gelek sedeman hatine, hene. Her wiha gelek karsaz û karkerên ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hene. Li gel vê yekê, rojnamevanên ji gelek welatên cuda hene. Piştî ku hate ragihandin ku derî tên girtin û seferên balafiran tên sekinandin, beşeke mezin a ji van rojnamveanan roja Înê bi balafirên dawî vegeriyan welatên xwe. Beşek ji karkeran vegeriyan. Yên fermî ne, tên veguhastin. Ev rewş nîşan dide ku reva ji welêt dest pê kiriye. Xuya ye bi giranbûna ambargoyê re wê di rojên pêş de ev rev zêdetir bibe.

Meclîsa Başûrê Kurdistanê, ku 2 salan deriyê wê hatibû girtin û 15'ê Îlonê ji bo erêkirina biryara referandûmê hatibû vekirin, piştî referandûmê rûniştina xwe ya destpêkê pêk anî. Mijara vê rûniştinê jî encamên referandûmê û rê û rêbazên çareserkirina bûyerên piştî refernadûmê rû dane, bû. Lê belê hê rûniştinê dest pê nekir, Parlamenterê Tevgera Îslamî û Sekreterê Meclîsê Fahrettîn Qadir derket pêşberî kamerayan û ji wezîfeya xwe û parlamenteriya xwe îstifa kir. Qadir, krîza aboriyê û pirsgirêkên din ên ji ber encamên referandûmê derketine holê û bikarneanîna qanûnan weke sedema îstifaya xwe ragihand. Piştî Qadir, Parlamenterê YNK'yî Ferhat Sengavî jî ji parlamenteriyê îstifa kir û îstifaya wan hate qebûlkirin.

ÇAPEMENIYA PDK'Ê BÊDENG E

Çapemeniya PDK'ê, li pêşberî vê pêvajoya zor û zehmet a li Başûrê Kurdistanê bêdeng e. Qenalên televîzyonê yên ku ji çar aliyên cîhanê weşanên zindî dikin, balkêş e vê rewşê qet nabînin. Şer û ambargoya ji ber referandûmê hatine ber derî, nabînin. Li şûna vê, kesên ku vê rewşê dibînin û hewl didin analîz bikin, kesên ku bi rexnegiriyê nêzîk dibin û balê dikişînin ser yekîtiya neteweyî, hewl didin bi 'xiyanetê' sûcdar bikin.

'PÊWÎSTIYA ME NE BI REFERANDÛMÊ, LÊ BI YEKÎTIYÊ HEBÛ'

Berî û piştî referandûmê min hewl da nêrîn û nêzîkatiya gel û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê tespît bikim. Piraniya wan dibêjin, wan texmîn nedikirin ku encam bi vî rengî be. Li gel vê yekê, destnîşan dikin ku wan fêhm kirine; heta yekîtî nebe, heta ji bo çar parçeyan bi navê Kurd û Kurdistanê gav neyê avêtin, wê encamên xwe giran be.

Min li nêrîna hin endamên YNK, Tevgera Goran, Tevgera Îslamî û PDK'yiyan pirsî.

Temamiya wan dibêjin, dema kirina referandûmê şaş e. Destnîşan dikin ku beriya referandûmê diviyabû bi Kongreya Yekîtiya Neteweyî re yekîtiya Kurdan bihata avakirin.

Hin ji wan bal kişandin ser nuqteyên cuda. Endamekî YNK'ê li ser referandûmê got, "Ji nebûna Mam Celal sûd wergirtin. Nebûna Mam Celal rê li ber valahiyekê vekir. Barzanî sûd ji vê valahiyê wergirt û ev referandûm kir. Eger tenduristiya Mam Celal baş bûya û eger bi rengekî çalak di nava siyasetê de bûya, ev referandûm nedihat kirin." Bi van gotinan, balê dikişîne ser şert û mercên referandûmê.

Siyasetmedarekî ji Tevgera Goran balê dikişîne ser vê yekê: "Mesele ne 'erê' ya jî 'na' ye. Bêguman ti Kurd ji daxwazeke bi vî rengî re nabêje 'na'. Lê belê ya girîng ew e, ku ya hûn dixwazin çiqasî Kurd û Kurdistanê temsîl dike. Çapemeniya PDK'ê ku mîna mînaka sê meymûnan xwe ker, lal û kor kiriye, atmosfereke welê afirandiye ku rabûna li ber vê yekê li aliyekî, nîqaşkirina wê jî mîna 'xiyanetê' nîşan dide. Ji ber vê yekê her kes kiriye şirîkê şaşitiya xwe. Em ê binerin, bê em ê çawa ji nav derkevin."

Endamên PDK'ê jî bi gotina "xuya ye me li cihekî şaşitî kir", şaşitiya ku barekî gelekî mezin bi xwe re aniye, nabînin.

Şert û merc roj bi roj girantir dibin. Lê belê, di mijara rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan de daxuyaniyên hişyarkirinê tên dayin. Li gel vê yekê gotinên 'rawestandina encamên referandûmê' jî tên bihîstin. Ev yek di nameyên mûxataban de jî tê dîtin. Di rojên pêş de wê ev rêveçûn bêhtir zelal bibe.