Polîsên Swîsreyê, bi vê helwesta xwe destekê didin polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan a ji aliyê çeteyên faşîzma AKP û MHP'ê ve li Ewropayê tê meşandin.
Faşîzma AKP-MHP'ê, ku bi rêya endamên MÎT'ê yên li Ewropayê li dijî siyasetmedarên Kurd planên komkujiyê dike, di heman demê de çeteyên xwe diajon nava çalakiyên demokratîk ên Kurdan û bi derxistina bûyerên neyînî hewl dide Kurdan li Ewropayê krîmînalîze bike. AKP, hewldanên krîmînalîzekirina Kurdan li Swîsreyê dike, ku PKK nexistiye lîsteya xwe ya terorê. AKP, bi rêya çeteyên ÛETD û komên nêzî wê, li Swîsreyê êrîşî çalakiyên demokratîk ên Kurdan dike û dixwaze provokasyonan derxîne.
DI NAVA TEDBÎRÊN TUND ÊN EWLEKARIYÊ DE XWESTIN ÊRÎŞ BIKIN
Roja 25'ê Îlonê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zurîchê meşek organîze kir, ku bi hezaran kes tevlî bûn. Tevî ku polîsan tedbîrên tund ên ewlekariyê girtin jî, komek ji nîjadperestan bi alên Tirkan xwest bi wesayitê bide nava girseya gel. Koma nîjadperest a ji 3 kesan, ji ber wesayitên din ên di rê de, nekarî xwe bigihîne nava gel. Piştre bi qîrîna dirûşmên nîjadperestî, bi lez û bez ji nava dehan polîsî ji herêmê çûn. Ev hewldana êrîşî ji aliyê kamerayên me ve hatibû kişandin.
GELO HATINE GIRTIN?
Koma nîjadperest, bi wesayita bi marka Peûgeot a bi plaqeya TG-137977 a Swîsreyê xwest komkujiyê bike. Heta roja îro nayê zanîn, bê polîsên Swîsreyê der barê der barê vê koma êrîşkar de lêpirsîn dane destpêkirin yan na.
SALA 2015'AN JÎ BI HEMAN RENGÎ ÊRÎŞ KIRIBÛN
Hewldana êrîşa bi wesayitan a komên nîjadperest li dijî çalakiyên Kurdan, ne cara yekê ye ku li Swîsreyê diqewime. Mîna li Zurîchê, êrîşeke din a bi heman rengî di Îlona sala 2015'an de li Bernê hate kirin.
Kurdistanî û hêzên demokratîk ên xwestin komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê kirine şermezar bikin, 12'ê Îlona 2015'an li Bernê li hev civiyabûn. Heman rojê, ÛETD ku rêxistinbûna AKP'ê ya li Swîsreyê ye, li Bernê bi navê 'mîtînga lenetanîna li terorê' çalakiyeke provokatîf li Bernê li dar xistibû.
Piştî ku her du kom hatin hemberî hev, koma nîjadperest a ÛETD bi wesayitên xwe dan nava girseya gel û gelek kes bi giranî birîndar kirin, ku jin û zarok jî di nava wan de hebûn.
Polîsên Swîsreyê, der barê nîjadperestên ku rê li ber birîndariya giran a 2 ciwanên Kurd vekirin, tenê lêpirsîn vekirin. Mîna ku berpirsyarê bûyeran Kurd in, li hemberî bi dehan Kurdên ku tevlî çalakiyê jî nebûbûn doz vekiribûn.
Êrîşa nîjadperestî ya wê rojê, di lînka jêrê de dihate bê dîtin:
https://www.youtube.com/watch?v=BIBVU09AmxU