Ebadî û Barzanî wê li Parîsê li hev rûnên

Serokwezîrê Iraqê Ebadî û Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, wê bi navbeynkariya Serokkomarê Fransayê Macron, li Parîsê li hev rûnên.

Ji bo çareserkirina krîza navbera hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê, ku piştî referandûma 25'ê Îlonê rû da, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron dikeve navberê.

Hat gotin, Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî û Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî wê bi navbeynkariya Macron li paytexta Fransa Parîsê li hev bicivin. Li gorî agahiyan, daxwaza hevdîtinê ji aliyê Macron ve hatiye kirin û her du aliyan bersiveke erênî dane. Tê payin, ku hevdîtin roja 4'ê Cotmehê bê kirin.

Parlamenta Başûrê Kurdistanê jî di rûniştina xwe ya duh de bang li welatên cîran kir, ku li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê tevbigerin. Piştî rûniştinê, ku komên Tevgera Goran û Komala Îslamî tevlî nebûn, daxuyanî hate dayin û hat gotin, pêkanînên Bexda û welatên cîran ên li ser Başûrê Kurdistanê hiqûqî nînin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hewldanên Ayetûllah Sîstanî diecibînin." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, girtina sînor ne erka hikumeta federal e. Em biryarên Parlamenta Iraqê red dikin. Referandûma li Herêma Kurdistanê, li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê pêk hat."