Li Viyanayê ji bo Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn

Li meydana Chrîstîan-Broda ya herêma 15'an a paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stand hate danîn.

Çalakî bi pêşengiya endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Viyanayê hate lidarxistin. Çalakgeran t-shîrtên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" li xwe kirin û ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Ocalan, belavok belav kirin.

Çalakî bi mîtîngê qediya. Çalakgerên li mîtîngê axivîn bang li gelê Kurd kirin, ku têkoşînê geş bikin.

Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî pankarta bi nivîsa "Tecrîda li ser Ocalan rakin" vekirin û wêneyên Ocalan hildan.