3 parêzer li Mersînê hatin binçavkirin
Li Mersînê, Sekreterê ÎHD'ê yê Mersînê Ozgur Çaglar jî di navê de 3 parêzer hatin binçavkirin. Tê gotin, der barê gelek parêzeran de biryara binçavkirinê hatiye dayin.
Li Mersînê, Sekreterê ÎHD'ê yê Mersînê Ozgur Çaglar jî di navê de 3 parêzer hatin binçavkirin. Tê gotin, der barê gelek parêzeran de biryara binçavkirinê hatiye dayin.
Li Mersînê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mal û buroyên Sereterê ÎHD'ê yê Mersînê Ozgur Çaglar, parêzer Mehmet Altûndaş, Bedrî Kûran, Alî Bozan, Riza Ogûz û Sebahat Gençtarîh.
Piştî lêgerîna li malan, parêzer Gençtarîh, Kûran û Bozan hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mersînê. Parêzer Çaglar, Altûndaş û Ogûz ne li malê bûn û tê gotin, ku der barê wan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayin.
Lêgerîna polîsên Tirk a li bajêr dewam dike.