Aksoy û Dûrak li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
Şehîd Firaz Dag (Mehmet Aksoy) û Mesût Dûrak (Dilgeş Botan) li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn.
Şehîd Firaz Dag (Mehmet Aksoy) û Mesût Dûrak (Dilgeş Botan) li Dûîsbûrgê hatin bibîranîn.
Nêzî 350 kes beşdarî bîranîna li Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê bûn.
Di bîranînê de ji meclîsa Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê Ahmedî Kobanê axivî û diyar kir ku Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku li Reqayê şehîd bûye, dev ji derfetên Ewrûpayê berdaye û ji bo têkoşîna bi rûmet a gelê xwe beşdarî YPG’ê bûye û got “Ew stêrka me ye.”
Li ser navê KOMAW’ê jî Mehmet Sûrûç axivî û wî jî got ku, “Bi saya têkoşîna Rêber Apo em gihiştine vê astê. Divê em jî girêdayî bîranîna şehîdên xwe bin. Heke em layiqî wan bin em ê karibin peywira xwe ya li hemberî wan bikaribin bi cih bînin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo Mehmet Aksoy hate nîşandan.
Piştî bibîranînê malbata Şehîd Mesût Dûrak (Dilgeş Botan) xwarin da beşdaran.