Li Bêrecûkê 2 kes hatin binçavkirin
Li Bêrecûkê ya Rihayê cendarmayên Tirk bi ser malan de girtin û 2 kes binçav kirin.
Li Bêrecûkê ya Rihayê cendarmayên Tirk bi ser malan de girtin û 2 kes binçav kirin.
Cendermeyên Tirk îro serê sibehê li taxa Sorîk ya navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi ser malan de girt û kesên bi navên Atalay Sertkaya û Dogan Sertkaya binçav kirin.
Sedemê binçavkirina her du kesan nayê zanîn, du kesên ku hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê.