Gulnaz Karataş li Dusseldorfê hate bîranîn

Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate bîranîn.

Yek ji fermandarên pêşeng ên xeta berxwedanê û têkoşîna azadiyê ya Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a PKK'yî, di salvegera 25. a şehadeta xwe de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê hate bîranîn.

Civîna bîranînê, ku ji aliyê YJK-E Dusseldorf û Însiyatîfa Jinê ya Nalîn Mûş a Dusseldorfê ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Aktîvîsta TJK-E Nûda Metîna li civîna bîranînê axivî û got, "Di şexsê hevala Bêrîtan de em îro li vê derê hemû şehîdên xwe yên meha Cotmehê careke din bi bîr tînin. Em soza xwe careke din tînin ziman, ku em ê têkoşîna wan bidomînin."