ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDK-E: Em ê di 4’ê Mijdarê de li Dusseldorfê li hev kombibin
HDK-E banga tevlîbûnê ji bo çalakiya li navenda Dusseldorfê ya ku di 4 Mijdarê de tê lidarxistin, kir. -
Li bîllboardên li Solothûrnê daxwazên ‘Ji Ocalan re azadî’ dizivirin
Li bîllborardên li stasyona trenê ya li navenda Solothûrn a Swîsreyê, posterên ji Ocalan re azadî tên nîşandan. -
Çalakiya ji bo Ocalan a li pêşiya CPT’yê di roja 8 de ye
Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ku bi daxwaza CPT bi lezgîn biçe Îmralî û têkildarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolîn pêkbîne ya li pêşiya Strasboûrgê di roja 8’emîn de bi tevlîbûnên nû didome. -
Ji bo meşa Dusseldorfê bang: Bi ruhê seferberiyê tevlî bibin!
Ji bo meşa navendî ya 4’ê Mijdarê li Dusseldorfê bê lidarxistin banga bi ruhê seferberiyê tevlî bibîn hate kirin. -
Li pişt êrîşên li Antwerpenê AKP heye!
Li Belçîkayê li Antwerpenê komên faşîst êrîşî esnafên Kurd kirin, gelek kargeh hatin texrîbkirin û polîsên Belçîkayê li bajêr xwepêşandan qedexe kir. -
Şehîdê Herekolê Mehmet Siraç Alp li Ûppsalayê hate bîranîn
Mehmet Siraç Alp (Şervan Azad) û 12 hevrêyên wî ku meha bihurî li Herekolê şehîd bûn, li bajarê Ûppsala yê Swêdê hatin bîranîn. -
HDP: Ev saleke Kişanak dîl tê girtin
HDP'ê xwest, di serî de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hemû hevşaredarên wan ên hatine girtin tavilê bên berdan. -
Bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li Bremenê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê çalakiyek hate lidarxistin. -
Hêzên gerîla li Gever û Çelê li artêşa Tirk dan
Hêzên gerîla li girê Elîşêr ê Geverê û li Çelê jî li qereqola Girê û girê Koordîne xistin. Hat ragihandin, ku di çalakiyan de gelek leşker mirine. -
Li Fransa û Elmanyayê bibîranîna 'Şehîdên Cotmehê'
Li Fransayê li bajarê Montpellîer, Normandîa û li Elmanyayê li bajarên Saarbrucken û Hannoverê, ji bo Şehîdên Cotmehê çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. -
Nasnameya 6 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê hate eşkerekirin
YPG'ê nasnameya 6 şervanên di 27'ê Cotmehê de li bejahiya Dêra Zorê de Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Berxwedana Kobanê li Nottînghamê hate pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Nottînghamê li hev civiyan, berxwedana KObanê silav kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. -
Tecrîda li ser Ocalan li Ekaterînbûrgê hate şermezarkirin
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Ekaterînbûrg ê Rûsyayê hate şermezarkirin. -
Li Goteborgê pîrozbahiya Kobanê ya bi heybet
Roja Kobanê ya Cîhanê, li bajarê Goteborg ê Swêd ji aliyê Kurdistanî û Swêdiyan ve bi çalakiyeke bi heybet hate pîrozkirin. -
Erdogan dixwaze akademîsyenên li Elmanyayê bên radestkirin
Rejîma Erdogan dixwaze, akademîsyenên ku ji ber belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" hatin darizandin û piştre xwe li Elmanyayê girtin, bên radestkirin. Der barê hin akademîsyenan de bi daxwaza Tirkiyeyê li dadgehên Elman doz hate vekirin. -
Rojeva Rojê
29'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Stockholmê semînera Roja Kobanê ya Cîhanê
Li paytexta Swêdê Stockholmê ji ber Roja Kobanê ya Cîhanê semînarek hate lidarxistin. Semîner ji hêla Komîteya Berxwedanê ya Kobanê hate lidarxistin, gelek Kurdistanî û dostê wan li semînerê amade bûn. -
Li Marîgnan û Baselê ji bo Ocalan çalakî
Li bajarê Fransa Marîgan û li bajarê Basel ê Swêdê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. -
Li Parîs û Darmtadtê bîranîna şehîdan
Li banliyoyên Vîllîer le Bel û Evry yên Parîsê û li Darmstadt ya Elmanya gerîlayên ku li Muglayê bi komployê hatine qetilkirin, hatin bibîranîn. -
Akyol ê YPS’yî li Bernê hate bibîranîn
Leyla Akyol (Ronahî Reşo) a YPS’yî li Bernê ya Swîsreyê hate bibîranîn. Di axaftinan de hate gotin têkoşîna Akyol wê di berxwedana Kurdan de bijî. -
Li Mannheîmê li dijî faşîzma AKP’ê mîtîng
Li bajarê Mannheîm ê Elmanayayê li dijî faşîzma AKP’ê mîtîngek hate lidarxistin. -
Em bi 1000 malbatên Şirnexî re bibin malbatên destûbira!
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo 1000 malbatên Şirnexî yên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye kampanyaya malbatên destûbira dane destpêkirin. -
Adar û Asta li Bîenneyê hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG’ê Emîne Yorulmaz (Zîlan Adar) û Gulcan Arik (Zeynep Asya) ku di demên cuda de şehîd bûbûn li Swîsreyê Bîenneyê hatin bibîranîn. -
Li Tehranê 6 karkerên Kurd şewitîn
Li paytexta Îranê Tehranê 6 karkarên Kurdên Îlamê di şîrketa petrolê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. -
Gelo wê ji rejîma Erdogan re hezar tankên din ên Elman bên dayin?
Fîrma çekan a Elman Rheînmetall, ku plan dikir hezar panzeran ji bo rejîma Erdogan hilberîne, ji ber aloziya navbera her du welatan, projeyên xwe yên li Tirkiyeyê sekinandibû. CEO'yê şîrketê Armîn Papperger got, "Em li benda sererastkirina têkiliyan e."